Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bîlançoya mehek û ya salekê aşkere kir. Li gorî vê, di salekê de nêzî 2 hezar leşker hatin kuştin û 290 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di mehekê de jî 520 leşker hatin kuştin.
Her du bîlançoyên HPG’ê bîlançoyên di navbera 17 tebax – 17’ê Îlona 2012 û 1’ê Îlon 2011 – 17’ê Îlona 2012 digire nava xwe. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya da de aşkere kir ku di salekê de nêzî 2 hezar leşker hatin kuştin û 290 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî vê, di navbera 1’ê Îlona 2011-17’ê Îlona 2012 de artêşa Tirk 355 operasyonên bejahî li dar xist, di encama van operasyonan de 174 pevçûn qweimin, gerîlayên HPG’ê jî 625 çalakî li dar xistin û di encama çalakiyên gerîlayan de 153 pevçûn qewimin. HGP’ê aşkere kir ku di nava vê demê de 1913 leşker û 69 polîs hatine kuştin û 190 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.
HPG’ê bîlnaçoya mehekê ya di navbera 17’ê Tebax û 17’ê Îlona 2012 de aşkere kir û diyar kir ku pevçûnên dijwar qewimine. Artêşa Tirk di vê maweyê de 41 operasyonên bejahî li dar xist û di encamê de 32 caran pevçûn qewimî. Gerîlayan 183 çalakî li dar xistin û di encamê de 33 pevçûn qewimîn. Di pevçûnan de 511 leşker û 13 polîs mirin û 37 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku rastiya şerê ku pêk tê ji aliyê hikûmeta tirk ve tê veşartin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Dewleta TC ya mêtînger wekî hemû qadan bi hevkariya artêşa xwe ya dagirker şerê qirêj yê ku hewl dide li Kurdistanê bimeşîn e, rastî binketineke mezin hatiye. Konsepta îmhayê ya kul i hemberî gelê kurd bi sedsalan ne dimeşe vala derketiye. Li hemberî doza gelê meya bi maf û rewa roj bi roj têk çûye û ji ber vê jî dewleta TC’ê ku tenê şerê taybet wekê çek di destê wan de maye bi hemû binpêkirina rêgezên ahlaqî dixwaze bidomîne.”
Li aliyekê Serokwezîrê Dewleta Tirk ya mêtînger jib o rastîyên şer yên li Kurdistanê diqewimin veşêre, gefan li çapemenî û rayagiştî dixwe, dîsan bi devê xwe di derbarê pevçûnan de daxuyaniyên bêbingeh û derew dike. Birastî jî eger wek Erdogan dayî diyarkirin, artêşa dewleta Tirk ya dagirker di operasyona de serkeftiye, ew qas zêde windahiyên gêrîlayan hene û ew qas windahiyên kêm yên dewletê hene, çima rastiyên şer ji rayagiştî vedişêre? Eger rastî wek yên Erdogan dayî diyarkirin bin, dê pêwîstî pê dîtiba ku gefan li çapemenî û rayagiştî bixwe?
Ji Şemzînanê heya Çelê, ji Çelê heya Elkê û ji wir jî herî dawî heya Amedê li dijî lêdan û perçîqaninên cangoriyên Rêber Apo, binketina leşker û tevgerên taybet yên kirê girtî, bêçaretî û neserketina wan dixwaze bi van derewên mezin binixumîne û veşêre.”