Gêrîlayên HPG’ê yên ku roja berî li bejahiya navçeya Elkê cerdevan Nesîm Tîmûr Kokeroglû û mamosta Fîlîz Sumer binçavkiribûn, serbest berda.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, roja borî li nêzî gundê Germav yê Elkê Nesîm Tîmûr Kokeroglû û mamosta Fîlîz Sumer hatibûn binçavkirin, di demjimêrên şevê de serbest hatin berdan. Du kesên serbest hatin berdan, ji bo îfadeyan birin qereqola cendirmeyan.