Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di derbarê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de daxuyaniyek da û aşkera kir ku, di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de 7 hevalên me gihane şahadetê. HPG’ê aşkera kir ku, pêwîste bê zanîn ku hêzên HPG’ê dê li dijî van êrîşan bêdeng nemîne.
Navenda Çepamenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û di derbarê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de agahî dan. HPG’ê di daxuyaniya dayî de aşkera kir ku, 14’ê Çileyê li dijî Herêmên Parastina Medyayê artêşa Tirk êrîşa hewayî pêkaniye û di encamê de 7 gêrîlayan jiyana xwe ji dest dane.
HPG-NÇR’ê aşkera kir ku, artêşa ku serhildana gelê me ya ber bi serkeftinê ve dimeşe hezim nake û li dijî stratejî û textîkên gêrîlayan têkçûye, di şert û mercên herî zehmet yên zivistanê de teknîkên herî pêşketî bikartîne û êrîşên hewayî pêktîne.
Daxuyaniya HPG’ê dayî wiha ye:
“Êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê û hêza wê ya Parastinê HPG’ê yên zêdebûne, her wiha konseptên nû yên înkar û îmhayê bi durûyî berdewam dikin. Artêş û hikumeta Tirk ku plan dike di sala 2013’an de jî dagirkeriya li Kurdistanê hîn zêdetir bike. Hikumet û Artêşa ku di sala 2012’an de li hemberî hêza gêrîlayên me têkçû, hewil didin bi êrîşên hewayî yên zêde û bigotinên aştiyê yên durû, propagandayên sexte yên medyaya şerê taybet encamê bigirin. Êrîşên ku di vê çarçoveyê de derketîn encamên vê yekê ne.
Artêşa ku serhildana gelê me ya ber bi serkeftinê ve dimeşe hezim nake û li dijî stratejî û textîkên gêrîlayan têkçûye, di şert û mercên herî zehmet yên zivistanê de teknîkên herî pêşketî bikartîne û êrîşên hewayî pêktîne. Pêwîste were zanîn ku, em weke HPG’ê li hemberî van êrîşan bêdeng namînîn. 14’ê Çileyê li dijî Herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî hatine pêkanîn û di encama bombebaranê de 3 hevalên me giran birîndar bûne, li rexmî hemû mudaxeleyan nehatine xilaskirin. Di encama êrîşan de 7 rêhevalên me şerkerên azadiyê gihane şahadetê. Em dê sibe nasnameya rêhevalên xwe yên şehîdketine bi gel xwe û raya giştî re parve bikîn.
Ev êrîşên ku pêktên dê berxwedan û meşa serkeftinê ya hêzên gêrîlayan ku misoger kirine hînbêhtir xurt û berxwedêr bike.”