HPG: Di çalakiya li Şemzînanê de bi kêmanî 32 leşker hatine kuştin
HPG'ê diyar kir, di encama çalakiya fedayî ya gerîlayekî wan de qereqola Dure ya li Şemzînan bi temamî îmha bûye û bi kêmanî 32 leşker hatine kuştin.
HPG'ê diyar kir, di encama çalakiya fedayî ya gerîlayekî wan de qereqola Dure ya li Şemzînan bi temamî îmha bûye û bi kêmanî 32 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiya fedayî ya îro li dijî qereqola Dure ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, gerîlayekî me li dijî qereqola Dure çalakiyeke fedayî pêk anîn. Li vê qereqolê zêdeyî 50 leşker hebûn. Di encama teqîna mezin de herî kêm 32 leşker hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne ku birîna piraniya wan giran e. Di çalakiyê de kûle, konteynir û gelek wesayîtên zirxî hatin rûxandin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê wê piştre bên eşkerekirin."