Hobîl da xuyakirin, ku li gelemperiya cîhanê bi qasî 20 mîlyon Suryanî hene û diyar kir, divê Suryanî xwedî li welatê xwe derkevin û ji bo parastina nirx û nasnameya xwe, wê têkoşîna xwe ya li dijî rejîmên antî demokratîk bidomînin.
Serokê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Lahdo Hobîl, dagirkeriya dewleta Tirk û federasyona demokratîk Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Hobîl got, "Eger li Bakurê Sûriyeyê modela rêveberiyeke federatîf bikeve meriyetê, wê ev yek di sîstema herêmê û zîhniyetê de rê li ber guhertinên mezin veke" û destnîşan kir, ev model wê hêviyên gelan, daxwaza jiyana bi hev e xurtir bike, dewletên netewe yên înkarê, tekparêz û navendîparêz ji hev bixîne."
Hobîl diyar kir, civakên ji hev hatine dûrxistin, nasnameyên wan hatine înkarkirin wê ji nû ve hev nas û fêhm bikin û got, "Li ser bingeha pîvana wekhev û hurmetê wê têkilî bê danîn û civak dewlemend bibe. Çanda demokrasiyê wê bi hişmendiya jiyana bi hev re û felsefeya jiyana hemdem a hemû nasnameyan, xurt bibe. Bi vî awayî wê pêşî li ber Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn vebe. Gelên bindest wê bibin xwedî hêz û amûrên parastinê û vîna rêvebirinê."
Hobîl destnîşan kir, li pêşberî vê mezinbûn û xurtbûna gelên bindest, wê zîhniyet û rejîmên serdest ên statukoparêz qels bibin û têk biçin.
'FEDERASYONA DEMOKRATÎK GEFÊ LI SÎSTEMA MÊTÎNGER DIXWE'
Lahdo Hobîl da xuyakirin, ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê zerarê dide berjewendiyên gelek hêzên xwedî rant û got, "Gefê li sîstema mêtîngeriyê dixwe. Rêeberiyên antî demokratîk û dîktatoriyê ji holê rake û tekparêziyê red dike. Li şûna yek nîjad, yek olî, civaka pirrengî derdixîne pêş. Ji ber vê yekê gelek hêz, bi taybetî jî Tirkiye êrîşî vê sîstemê dikin.
'EWROPA JI BER BERJEWENDIYÊN XWE, DENGÊ XWE LI DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK NAKE'
Wekî din, Ewropa û gelek welatên din, li şûna ku tevgerên demokratîk biparêzin û destek bikin, ji ber berjewendiyên xwe çavên xwe li rejîmên antî demokratîk digirin. Di sala 1915'an de ji ber berjewendiyên xwe pêşî li qirkirinê negirtin. Îro jî bi têrkerî li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP û DAIŞ'ê tevnagerin. Piştî ku DAIŞ'ê gef li tevahiya cîhanê xwar, hêzên koalîsyonê ji hin aliyan ve ketin nava tevgerê. Lê belê Şengal û Deşta Nînovayê ji Êzidî û Suryaniyan hatin valakirin. Trajediyeke mezin rû da. Niha jî hikûmeta AKP'ê bi operasyona Mertala Firatê dixwaze mîna Antakyayê dest deyne ser Cerablûsê. Divê cîhan li ber van êrîşên li dijî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê rabe."
TÊKILIYÊN NAVBERA KURD Û SURYANIYAN
Hobîl destnîşan kir, ku ya herî girîng ew e; divê Suryanî, Kurd, Ereb û hemû nasnameyên etnîkî yên li Bakurê Sûriyeyê dijîn dest bidin hev û xwedî li federasyonê derkevin.
Hobîl bal kişand ser têkiliyên navbera Kurdan û Suryaniyan û got, "Nêrîn û nêzîkatiya bi feraseta berê, bi kêr nayê. Ji ber vê yekê, divê têkiliyên navbera Suryanî û Kurdan li ser bingeha pîvan û nêrîneke hemdem a nû, ava bibin. Têkoşîna em di salên dawî de dimeşînin, li ser vê bingehê ye. Bêguman ne hêsan e ku zîhniyeta berê û pirsgirêkên ji ber wê derketine holê, bi hêsanî ji holê ranabin. Lê belê eger em dixwazin jiyaneke nû ava bikin, divê her kes xwe biguherîne. Yên vê guherînê dikin, dikarin pêşengiyê ji gelan re bikin."
'EM BI HEV RE GELÊN XWE DIPARÊZIN'
Hobîl da zanîn, ku ji bo pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin ew li Sûriye, Tirkiye, Lubnan, Iraq û dîasporayê bi tevgera azadiyê ya Kurd re karekî hevpar dimeşînin û got, "Bi taybetî li Sûriyeyê, bi cihgirtina li nava rêveberiya xweser re, em li hemû eniyan, yanî li qadên leşkerî û siyasî bi hev re gelên xwe diparêzin."
Lahdo Hobîl da xuyakirin, ku ji bo danasîna Federasyona Bakurê Sûriyeyê ew weke ESU (Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê) di nava hewldanan de ne û bi taybetî di hevdîtinên dîplomatîk de mijarê dixin rojevê.
'DIVÊ GELÊN HERÊMÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DERKEVIN'
Serokê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Lahdo Hobîl işaret bi dîroka Komara Tirkiyeyê kir û got, "Cîhan tev dizane ku zîhniyeta dewleta Tirk zîhniyeteke dagirker e. Li her devera ku bi zorê ketiyê, daxwaza maf kiriye. Di kevneşopiya Osmanî de şer, xenîmet, talan, dagirkerî û komkujiya gelan hene."
Hobîl diyar kir, dewleta Tirk çav berdaye Heleb, Mûsil û gelek herêman û got, "Artêşa Tirk a ku Cerablûs û gelek herêm dagir kiriye, eger firsendê bibîne wê hewl bide heta Yemenê bi dest bixe. Lewma divê gelên li herêmê û hêzên navneteweyî li dijî vê dagirkeriya artêşa Tirk derkevin."
Lahdo Hobîl destnîşan kir, ku armanca bingehîn a dagirkirina Cerablûsê ew e, pêşî li Federasyona Bakurê Sûriyeyê bê girtin ji bo negihêje deryayê û got, "Lewma weke gelê Suryanî em li dijî vê dagirkeriya li dijî gelan derdikevin."