Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan (Partiya Kedkarên Kurdistanê) 27’emîn salvegera xwe pîroz kir.
Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan ji bo li hemberî zilma rejîma Baasê ya Iraqê têbikoşe, 12’ê berfanbara 1985’ê hate damezrandin. Bi vê boneyê li Hewlêrê 27’emîn salvegera damezrîna xwe pîroz kir.
Bi boneya salvegerê, endamê Komîteya Navnedî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Goran Celîl daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çareser bibe , ew ê bi rêbazên demokratîk û sivîl têbikoşin.
Celîl destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û li ser navê partiya xwe bang li dewleta Tirk ku li hemberî nuner, girtiyên siyasî û daxwazên gelê Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê rêzdar be.
Îro bi vê boneyê li sernavê Parlementoya Herêma Kurdistanê Endan Muftî, ji nunerên KNK’ê yên li Hewlêrê Ferhat Dostkî û Nunerê PYD’ê yê Hewlêrê Dr. Muhemed Reşo û gelek nunerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl çûn sernda Navenda Giştî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û pîroz kirin.