BI DÎMEN

Hêzên Şoreşger li dijî çeteyên Tirk di çeperan de ne

Êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser herêma Şehbayê dewam dikin. Hêzên Şoreşger jî çeperên xwe yên parastinê zexm dikin.

Li herêma Şehbayê ku di nava sînorên kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de cih digire, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin. Tevî berxwedana li dijî van êrîşan, li gundên hatine rizgarkirin jî çeperên parastinê tên xurtkirin. Piştî ku gundê Herbel ê Şehbayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, çeteyên 'Mertala Firatê' yên dewleta Tirk, êrîşî vê herêmê kirin.

Endamê Hêzên Şoreşger ê ji Til Şaîrê Mahmûd Omer da xuyakirin, ku wan hemû êrîş şikandine û ew herêma xwe diparêzin.

'BI BERXWEDANÊ EM BI SER KETIN'

Omer diyar kir, bûyerên li gundê Herbelê diqewimin, piştî ku wan dagirkeriya DAIŞ'ê qedandin, rû daye. Omer da zanîn, ku ev gundê stratejî bi qasî 3 kîlometreyan dûrî bajarokê Mare ye û çeteyên Mertala Firatê, tevî tank, top, fuze û balafirên şer ên Tirk êrîşî vê herêmê dikin. Omer destnîşan kir, ku ew bi bexwedanê bi ser ketine. Omer got, êrîş bi rengekî hemwextî li Tel Mald û mare jî dest pê kiriye û wan li dijî êrîşên hewayî bi çekên sivik çeperên xwe parastine.

Di dewama axaftina xwe de Omer got, "Artêşa Tirk û çete êrîşî sivîlan kirin. Ji ber vê yekê hin kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Êrîşên ji aliyê Mare ve li dijî me hatin kirin, ji bo me ne surprîz bû. Xuya ye AKP bi mejiyê wan jî lîstiye û ew xapandiye. Yên êrîşî me kirin, çeteyên Mertala Firatê bûn. Em dibêjin Sûriye ya Sûriyeyiyan e. Eger wê biryar li ser vê derê were dayîn, ew jî mafê me ye. Em ê li ber plan û çeteyên ji aliylê dewleta Tirk û biyaniyan ve hatine amadekirin, rabin."

Mahmûd Omer nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da û got, "Li şûna ku tevlî karê xelkê bibe, bila di destpêkê de pirsgirêka xwe ya demokrasiyê çareser bike."