Hêzên Şoreşger bîlançoya şerê du rojan ragihand
Hêzên Şoreşger da xuyakirin ku hêzên leşkerî ber bi Babê ve diçin, lê çeteyên DAÎŞ’ê di vê pêşveçûyinê de herêma ku lê ne radestî artêşa Tirk kirine.
Hêzên Şoreşger da xuyakirin ku hêzên leşkerî ber bi Babê ve diçin, lê çeteyên DAÎŞ’ê di vê pêşveçûyinê de herêma ku lê ne radestî artêşa Tirk kirine.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger têkîldarî bîlançoya şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşger wiha ye:
“Roja Sêşemê 25’ê Cotmeha 2016’an hêzên hevbeş “Ceyş El-Siwar, Hêzên Eşîreyan, Eniya Parastina Jin a Şehba, Lîwaa El-Şemal El-Dîmoqratî û Meclîsa Leşkerî ya Babê” li aliyê rojavayê bajarê Babê li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Bendava Şehbayê bi pêş de çûn.
Di şerê vê qadê de ku bi saetan dirêj kir, Hêzên Hevbeş karîbûn xwe bigihînin gundê Til Medîq. Lê çeteyên DAIŞ’ê xwe kişandin û li şûna wan komên çete yên Diri El-Firat û leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi cih bûn.
Şevê din saet di 03.00’an de hêzên artêşa dagirker êrîşî nuqteyên hêzên me kirin û gazên jehrî avêtin hêzên me. Ev yek bû sedem ku hêzên me vekşin. Di navbera hêzên me û artêşa Tirk û çeteyên Diri El-Firat de şer derket û hetanî sibehê dirêj kir.
Di vî şerî de saet 04.00’an hêzên me gundê Til Medîq ê ku kîlometreyekê li rojhilatê Bendava Şehbayê ye, rizgar kirin.
Di şer de hêzên artêşa dagirker û çeteyên wê gundên El-Hesiyê, Herbil, Um Hoş, Um El-Qura û Şêx Îsa ji gelek aliyan ve bi tank û topan topbaran kirin.
Di şerê vê qadê de zêdetirî 25 leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên Diri El-Firat hatin kuştin. Ji kuştiyan Fermandarê Leşkerî yê bi navê Îbrahîm El-Dada Ebû Cînan tevî 5 terorîstên din cenazeyên wan niha li gundê Til Medîq ê rizgarkirî ne. Li aliyê Bendava Şehba jî 18 cenaze hatin dîtin. Li vê qadê du maşîneye ku doçka li ser wan bû, hatin rûxandin û yek jî hate bêbandorkirin.
Ji bilî agahiyên borî, hêzên şoreşger dest danîn ser maşîneyeke ku doçka li ser e, 4 çekên kalaşnikov, çekek RPG, 6 rext û 3 telefonên mobîl. Qasî hate zelalkirin 20 terorîst jî birîndar bûn.
Li aliyê bakurê Bendava Şehba jî bi awayekî qutqutî şer dewam dike, her wiha topbarana li dijî welatiyên sivîl ên gundên Kefernasih, Şêx Îsa û Hebil jî didome.
Şevê din 5 lehengên me jî di şer de gihiştin şehadetê û yek jî ku di 20’ê Cotmehê de ji ber bombebarana balafirên Tirk bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.”