Hêzên rejîma Sûriyeyê li Qamişloyê êrîşê Kurdan kir

Hêzên rejîma Sûriyeyê li Qamişloyê êrîşê Kurdan kir

Hêzên rejîma Sûriyeyê doh êvarê li taxa Xerbî ya Qamişloyê bi çek û daran êrîşê girseya li ber firina kom bibûn kir. Li gorî agahiyên destpêkê gelek ciwanên Kurd birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên rejîma Sûriyeyê li taxa Xerbî ya Qamişloyê bi çek û daran êrîşê kesên li ber firina nan kom bibûn kirin. Endamek Meclîsa Gel a taxê ji servîsa Erebî ya ANF’ê re ragihand ku hêzên ewlekariya rejîma Sûriyeyê ji nişka ve bi bombeyên gazê û daran êrîş kirine , her wiha gule avêtine hewayê.

Hêjayê gotinê ye ku ji ber krîza berdewam a li Sûriyeyê kêmasiyên mezin ên nan û xurekan hene. Bi taybet li Qamişloyê ev pirsgirêk heye û ji bo kirîna nan her roj bi sedan kes li ber deriyê firinan dibin rêz û dikevin dorê.