Hêzên rejîma Îranê êrîşê kasibkarên di çalakiyê de kirin

Hêzên rejîma Îranê êrîşê kasibkarên di çalakiyê de kirin

Gelek kasibkarên kurd ên li derdora Merîwanê, ji bo ku nerazîbûne xwe li hember êriş û astengiyên rejîma Îranê nîşan bidin dest bi protestoyan kirin. Hêzên çekdar ên rejîma Îranê jî êriş birin ser kasibkarên di çalakiyê de ne.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin kasibkarên ji Merîwanê û derdora wê, ji bo rejîma Îranê rê li bazirganiya wan a li ser sînorê Pîran digire, û ji wan re astingiyan derdixe mitîngek nerazîbûnê li dar xistine. Hêzên çekdar ên rejîma Îranê jî êrişî kasibkarên ku di çalakiyê de ne kirine, li wan dane û bêrêzî bi wan kirine.

Hêjayê biranînê ye ku li nêzîkî sînorê Başmax yê serbi Merîwanê, hêzên rejîma Îranê, gulle li wesayitên kasibkarên ku li ser sînoran kar dikin, reşandine û di encamê de, şofêrê bi navê Yusif Huseyin ku ji gundê Kolan û şofêrekî din ê minîbusê, bi navê Huseyin bi giranî birîndar bûne.

Li gor agahiyên herî dawî herdû kasibkarên birîndar birine nexweşxaneya Merîwanê. Gelek kasibkarên li Şayan û Mişyawî Şilêr jî, di encama teqîna mayinekê de zerarek mezin ya madî ditîne û lingê kasibkarê bi navê Muhammed Mîrî ku ji bajarê Seqiz jê bûye.

Hêjayî gotinê ye, ku rejîma Îranê, bi berdewamî rojane bi reşandina gulle û gelek awayên din zextek mezin li kasibkarên kurd dike, ku di encamê de gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin, an jî, bi giranî birîndar dibin.

Parlemenerê Mehabadê Osman Ehmedî, mijara kuştinên bêdaraz ên li ser sînor biribû rojeva Parlementoya Îranê û nerazîbûnek tund nîşanî van pêkanînên rejîma Îranê da. Ehmedî destnîşan kir ku gelê herêmê ji neçarî debara jiyana xwe li ser sînoran dikin û ji bo vê yekê canê xwe dideynin holê.

Osman Ehmedî da zanîn ku Kurdên sivîl ên ku li ser sînor debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikin, bi qasî rayedarên Îranê qaçaxçitiyê nakin. Her wiha ragihand ku Kurdên li ser sînor ji bo debara xwe ya rojane vî karî dikin, lê rayedarên Îranê qaçaxçitiyê li balefirgehan dikin.