Hat îdîakirin ku hêzên Pêşmerge yên li Kerkûkê balafireke artêşa Iraqê ya bi armanca sîxûrî hatibû herêmê xistin.
Aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam dike. Li gorî nûçeya Rûdawê, hêzên pêşmerge balafira bê mirov a sîxûrî ya Iraqê xistine xwarê. Çavkaniyek ku agahî da, diyar kir ku ev balafir bi armanca lêgerîn û çavdêrîkirina cihên hêzên pêşmerge hatiye herêmê.
Ev nûçe agahî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hate piştrastkirin û hate diyarkirin ku pêşmergeyan li balafirek din a Iraqê reşandine û neçar maye ku ji herêmê dûr bikeve.