Hêzên Natora banga vegerê li welatiyên gundên Til Temirê kir

Bi rizgarkirina gundên li rojavayê Kantona Cizîrê re Rêveberiya Hêzên Natora ya bajarê Til Temirê bang li hemû welatiyên ku ji gundên xwe koçber bûne kir ku vegerin malên xwe.

Bi rizgarkirina gundên li rojavayê Kantona Cizîrê re Rêveberiya Hêzên Natora ya bajarê Til Temirê bang li hemû welatiyên ku ji gundên xwe koçber bûne kir ku vegerin malên xwe.

Piştî ku hêzên YPG’ê, YPJ’ê, Asayîş, Natora, Sutoro û Zîrevanên Xabûr gundên rojavayê kantona Cizîrê rizgar kirin, Komîteya Gel a parêzvanên Til Temir (Hêzên Natora) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî der barê pêwîstiya vegera welatiyên gundên rojavayê Kantona Cizîrê de weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Komîteya Gel a parêzvanên Til Temir (Hêzên Natora) mizgîniya rizgarkirina hemû gundên herêmê dide û hemû rêyên gundên Asûrî heta devera El-Cebel ji aliyê hêzên hevbeş ve parastî ne.

Di daxuyaniyê de bang li hemû welatiyên van gundan hate kirin ku vegerin malên xwe û ev yek hat destnîşankirin: "Em weke hêzên Natora soza xwe bi cih tînin. Bi saya duayên gelê me û piştgiriya gel ji berxwedanê re herêm ji hovîtiya çeteyan hate rizgarkirin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku vegerin gundên xwe û ji nû ve jiyanê tê de geş bikin."