Heyeta ÎHD'ê ku çû herêma operasyonê ya gundê Deştanê cenazeyê endamekî HGP'ê yê din dîtin.
7'ê Çileyê li navçeya Çelê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn û 34 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. Cenazeyên 11 gêrîlayan hatibûn rakirin û cenazeyên 2 gêrîlayan jî li herême mabûn. Çend roj berê endamên Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê heyetek ava kirin û ji bo cenazeyên 2 gêrîlayên li herêma operasyona werbigirin dîsa çûn herêma operasyonê.
Heyeta ÎHD'ê serê sibê dîsa çû herêma operasyonê û li herêma operasyonê lêgerînê pêk bîne. Heyeta ku çû gundê Deştanê ya navçeya Çelê cenazeyekî din dîtin. Heyetê diyar kir ku, cenazeyê dîtin aydî zilame û sere wî tune ye. Endamên heyetê diyar kirin ku, 100 metre dûrî cenaze hestiyê seriyê mirovekî dîtine û difikirin ku hestiyê serî aydî cenaze be.
Heyeta ÎHD'ê 17'ê çileyê disa çûbûn herêmê û cenazeyekî din dîtibûn. Heyet lêgerina xwe ya ji bo cenazeyê din berdewam dikin.