Heyeta Sadr serdana Kerkûkê kir
Heyeteke girêdayî lîderê Şîî Mûqteda El Sadr serdana Kerkûkê kir û bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm re civiyan.
Heyeteke girêdayî lîderê Şîî Mûqteda El Sadr serdana Kerkûkê kir û bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm re civiyan.
Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê jiyana li Kerkûkê asayî bû, her wiha serdanên destekê jî didomin. Heyeteke girêdayî lîderê Şîî Mûqteda El Sadr hat Kerkûkê û peyamên piştgiriyê dan hêzên ewlehiyê.
Heyeta Sadr bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm re civiya û piştre jî daxuyaniyek hevpar hat dayîn.
Destpêkê Kerîm axivî û got; “Heyeta girêdayî Sadr dibêje ku li Kerkûkê alîgira jiyana hevbeş a tevahî beşên civakê ne û peyamên xwe yên destekê jî bo walîtiya Kerkûkê û gel radigihîne. Heyeta Sadr, ji ber êrîşên DAÎŞ’ê ji bo tevahî beşên civakê û hêzên ewlehiyê destekên xwe anîn ziman.”
Berpirsê Heyeta Sadr Salah Ûbeydî jî got; “Sekna gel û hêzên ewlehiyê ya Kerkûkê têkçûna terora şer e. Li dijî vê êrîşê tevahî beşên li bajêr li dijî çeteyên DAÎŞ’ê rabûne ser piyan.”
Salah Ûbeydî di dawiya axaftina xwe de got; “Me ji bo tevahî gelê Kerkûkê û hêzên ewlehiyê yên ku çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, ji Lîderê Tevgera me Mûqteda El Sadr silav anîne.”