Heyeta PÇDK û Hemwelatiyên Azad çûn serdana bûroya YNK’ê

Heyeta PÇDK û Hemwelatiyên Azad çûn serdana bûroya YNK’ê

Li navçeya Ranya bi armanca xurtkirina têkiliyên herdû aliyan duh şandek ya PÇDK’ê û Hemwelatiyên Azad çûn serdana bûroya YNK’ê. Di hevdîtinê de rojeva siyasî ya dawiyê û pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê hatin niqaş kirin.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê şandek ku ji berpirsên têkiliyên derve yên Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê (PÇDK)’ê û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan pêk dihat duh çûn serdana Bûroya 8 ya Yeketiya Nîştîmanê Kurdistanê (YNK).

Mijara bingehîn ya vê hevdîtinê xurtkirina têkiliyên di navbera herdû aliyan de bû û ji bo Serokomarê Îraqê Celal Telebanî jî şîfa hate xwestin. Di hevdîtinê de herdû aliyan têkiliyên xwe yên dîplomatîk nîqaş kirin û hate diyar kirin ku, pêşxistina têkiliyên herdû aliyan yên di pêşerojê de û girêdayî vê ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê, pirsgirêkên rêveberiyê, pirsgirêkên aborî, bazirganî û civakî di hevditinê de hatin nîqaş kirin.