Heyeta PÇDK’ê serdana BDP û KCD kir

Heyeta PÇDK’ê serdana BDP û KCD kir

Heyeta di nav de Serokê PÇDK'ê Diyar Xerîb jî heyî Rêxistina BDP'ê ya Amedê û KCD ziyaret kirin. Di hevdîtinê de hewcehiya yekîtiya Kurdan hate vegotin û bal kişandin ser tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Heyeta PCDK'ê ya ji Hevserokê PCDK'ê Diyar Xerîb, Rêvebera Meclîsa Jinan ya PÇDK'ê Çîlnûr Xerîb, Endamê Meclîsa PÇDK'ê Azad Mahmud û Abdullah Îsmaîl yên ku ji bo tevlî 2'emîn Kongreya BDP'ê bibin hatin Tirkiyeyê Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kirin.

Heyet ji aliyê Wekîla Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Hafîze Îpek ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de Îpek axivî û bal kişand ser yekîtiya Kurdan. Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb jî diyar kir ku, ji bo tevlî kongreyê bibin hatin û xwestin saziyên din jî ziyaret bikin û wiha got: "Bandora şerê taybet gelek zêde ye. Bersiva vê yekê ya herî mezin yekîtiye."

'KURD JI BO DEMOKRASIYA ROJHILATA NAVÎN AKTOREKÎ GELEK GIRÎNGIN'

Heyeta PÇDK'ê pişt re KCD ziyaret kir û ji aliyê Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Endamê Koordînasyona KCD'ê Ozdal Uçar û Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Edîp Yaşar ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Tûglûk diyar kir ku, PÇDK ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê dike û wiha got: "Ji ber vê yekê em vê gerê girîng dibînin. Tirkiye çiqas PÇDK'ê rewa nabîne lê em weke partiyekî ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê dike dibînin. Divê êdî Kurd şaştiyê nekin. Ji ber vê yekê destkeftiyên li Rojavayê weke destkeftiyên hemû kurdan bê dîtin."

'DIVÊ HEMÛ KURD JI BO AZADIYA OCALAN BIBIN YEK'

Hevserokê Giştî yê PÇDK'ê Diyar Xerîb jî diyar kir ku, sedema dewleta tirk PÇDK'ê rewa nabîne perçebûna kurdane û wiha got: "Dema partî û saziyên Bakûrê Kurdistanê yên Başûr vedixwînin, nayên. Ji ber vê yekê em dixwazin vê yekê bişkênin. Hewcehiya kurdan bi yekîtiyê heye." Xerîb da zanin ku, divê hemû Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek.

Piştî axaftinan hevdîtinê ji çapemeniyê re girtî dom kir.