Heyeta KCD’ê serdana Başûrê Kurdistanê dike

Heyeta KCD’ê serdana Başûrê Kurdistanê dike

Heyeta KCD'ê ya di nav de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk û parlementerên BDP'ê Ozdal Uçar û Mulkiye Bîrtane hene li bendêne ku îro bên Herêma Federal a Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ji buroya BDP'ê ya Hewlêrê hatin girtin Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, parlementerên BDP'ê Ozdal Uçar û Mulkiye Bîrtane, endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê Osman Ozçelîk, Mesut Çelîk û Vedat Çetîn dê hate saetên êvarê de bên Hewlêrê.

Heyeta KCD'ê dê heta hefteyekê li herêmê be û dê bi gel partiyên siyasî, rêxistinên sîvîl ên siyasî bi hinek rayedarên hikûmetê re jî hevdîtinan pêk bînin.

Heta niha aşkere bûye ka dê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne an na..