Heyeta KCD'ê li Kerkûkê ye

Heyeta KCD'ê li Kerkûkê ye

Ger û ziyareta heyeta KCD û BDP'ê berdewam dike. Heyetê piştî li Hewlerê bi partiyan re hevdîtin pêk anîn, duh li Kerkûkê bi sazî û partiyan re hevdîtin pêk anîn. Heyetê di ziyaretan de Navenda Giştî ya PÇDK'ê jî ziyaret kir.

Heyeta KCD'ê û BDP'ê ku çend rojin li Başûrê Kurdistanê partiyên siyasî û rêxistinên civakî ziyaret dike, duh çûn Kerkûkê, bi PÇDK'ê û partiya Goran re hevditin pêk anîn. Heyeta ku di bin serokatiya Parlamantera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane li Kerkûkê Navenda PÇDK'ê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb û endamên PÇDK'ê ji aliyê komek mezin ve hate pêşwazîkirn.

Heyeta KCD'ê piştî hevdîtinan daxuyanî da û li ser armanca hevdîtinê agahî da. Heyetê pişt re bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddin Kerim re hevdîtin pêk anîn. Heyet piştre vegeriya Hewlerê û li vir bi Tevgera Goran ya Hewlerê re hevdîtin pêk anîn. Berpirsê Buroya Tevgera Goran ya Hewlerê Girzo Mecit heyet pêşwazî kir.

Heyeta KCD'ê dê îro Navneda Giştî ya HizbÎ Şii û Yekgirtûyî Îslamî ziyaret bikin.