Heyeta ku ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê û saziyên sivîl yên Colemêrgê pêk tê ji bo 3 cenazeyên gêrîlayên HPG'ê yên ku tê gotin piştî pevçûna di 7'ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan winda bûn bibînin dê biçin qada pevçûnê.
Di 7'ê çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnê de 14 gêrîlayen HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê 11 kesan şandibûn Meletiyê. Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê ji bo 3 cenazeyên gêrîlayan bibînin, heyet ava kir û ber bi qada pevçûnê ve birê ketin. Heyet piştî bi Qeymeqamê Çelê re hevdîtin pêk anî dê ji bo cenazeyan bibînin biçin herêma pevçûnê.