Heyeta DYA hat serdana ÎHD’ê

Heyeteke DYA’yê ya ji rêxistinên civaka sivîl pêk tê û li bajarên herêmê têkildarî pêvajoyê xebatên çavdêrîkirinê dimeşîne Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ziyaret kir. Heyetê der barê binpêkirinên mafan de agahî wergirt.

Heyeteke DYA’yê ya ji rêxistinên civaka sivîl pêk tê û li bajarên herêmê têkildarî pêvajoyê xebatên çavdêrîkirinê dimeşîne Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ziyaret kir. Heyetê der barê binpêkirinên mafan de agahî wergirt.

Heyeta ji Serokê Saziya Fikir a Washîngtonê Max Hoffman, rayedarê Navenda Pêşketinê ya American Michael Werz û rayedarê Xebatên Tirkiyeyê ya Enstîtuya Rojhilata Navîn Gönül Tol pêk tê, di çarçoveya xebatên çavdêriyê yên têkildarî pêvajoya aştî û çareseriyê de Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Abdusselam Înceoren, rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Prz. Gamze Yalçin û Prz. Muhterem Suren ve hat pêşwazîkirin. Heyetê têkildarî pêvajoya çareseriyê û mijarên mafê mirovan ên li Kurdistanê rû didin agahî wergirt. Heyetê got ku şerê 30 salan li ser mirovên li herêmê texrîbatên cidî çêkirine û bal kişand ser girîngiya xebatên li qadên mafên mirovan.

Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren jî got ku bi serdanê kêfxweş bûne û rapora têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li herêmê bi endamên heyetê re parve kir. Înceoren anî ziman ku ji ber pêvajoya çareseriyê ya ev nêzî 2 salan e gelê herêmê bi hêvî ye, lê ji ber dewlet gavên pêwîst navêje şkestin çêbûne.

Endamên heyetê yên der barê polîtîkayên bêcezatiyê û darizandina adil de, kuştinên kiryar nediyar û windahiyan de agahî wergirtin ji avahiya komeleyê veqetiyan.