Heyeta DBK'ê li Başûrê Kurdistanê ye

Heyeta DBK'ê li Başûrê Kurdistanê ye

Heyeta Desteya Bilind ya Kurdan (DBK) ya ji 10 kesan pêk tê û Serokê PYD'ê Salih Muslim jî di nav de ye, hatin Başûrê Kurdistanê û bi heyeta KNK'ê re hevdîtin çêkir.

Desteya Bilind ya Kurdan (DBK) ya demeke beriya niha partiyên Kurd yên li Sûriyê li Hewlêrê hatin gel hev û ava kirin, hat Başûrê Kurdistanê. Heyet ji siyasetmedarên Kurd yên wekî Serokê PYD'ê Salih Muslim, Aldar Xelîl, Suad Mele, Sine Muhammed, Îsmail Hame, Nasreddîn Îbrahîm, Ahmet Suleyman, Îlham Ahmed, Muhyeddîn Şêx Elî û Abdulselam Ahmet pêk tê. Çav li rê ye ku heyet bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesut Barzanî û gelek derdorên Kurd yên siyasî re hevdîtinan çêke.

Berdevkê DBK'ê yê Çapemeniyê Ahmet Suleyman derbarê hevdîtinên heyetê de agahî dan. Suleyman da zanîn ku, bernameya wan hêj zelal nebûye û got ku, li Rojavayê Kurdistanê hîn pirsgirêkan dijîn, ji bo van zehmetiyan nîqaş bikin, hatine Başûê Kurdistanê. Suleyman ev tişt gotin: "Em di aliyê pratîkî de hin zehmetiyan dikşînin. Ev rewşên girêdayî me ango DBK'ê ne. Ji bo çareserkirina wan û pratîkbûna vê peymanê jî helbet dem pêwîste."

Heyeta DBK'ê bi heyeta Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) re jî hevdîtin çêkir. Alîkarê Serokê KNK'ê Bengî Haco bi heyetê re axivî. Endamê KNK'ê Suleyman Gunyelî di hevdîtinê de diyar kir ku, DBK li Hewlêrê ava bûye lê vîna gelê Kurd ya li Sûriyê ye. Gunyelî da zanîn ku, heyeta wan dixwaze civîneke li ser rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Parîsê çêke. Gunyelî derbarê civîna tê plankirin li Parîsê bê kirin de ev agahî dan: "Em difikirin ku kurdên ji her çar parçeyan ji bo vê civînê vexwînin. Ne wekî konferans, wekî civîneke şêwirîn û piştevaniyê çêkin. Ev civîn dê him ji aliyê moralê, him vînî him jî aborî de bibe alîkarê gelê Kurd. Ji ber ku me nekarî biçin Rojavayê Kurdistanê em gelek xemgîn bûn."

DBK DI LÊGERÎNA PIŞTGIRIYA DÎPLOMATÎK DE YE

Berdevkê Çapemeniyê yê DBK'ê Ahmet Suleyman jî got ku, heyeta KNK'ê hatiye mêvandariya wan, lê ji ber hîn sedeman hikûmeta herêmî nehiştiye derbazî Rojavayê Kurdistanê bibin. Suleyman wiha got: "Me jî di vê civînê de behsa rewşa xwe ya li Sûriyeyê kir. Me got em hewl didin ku ev peyman û aramiya di navbera me de berdewam bike. Me behsa hewldana me ya jiyana bi hev re ya bi ereb, asûrî, suryanî, tirkmen û hemû kesên li herêmê re kir. Me ji heyeta KNK'ê jî xwest ku li cihên wekî Ewropa û Amerîkayê di qada dîplomasiyê de alîkarî bidin me. Wan jî got ku wê di vê mijarê de her tim piştgiriyê bidin me."