Heyeta Ciwanên Sosyalîst hêjan li Roboskiyê ne

Heyeta Ciwanên Sosyalîst hêjan li Roboskiyê ne

Heyeta SGDF ku ji ber sedema salvegera komkujiya Roboskiyê hatibûn Roboskiyê hêjan li gundin. Heyetê pirtûk, malzemeyên kirtasiye û cilên zivistanê yên li gel xwe ji bo zarokan anîne belav dike. Li gundê Bijuh serdana malbatan kir.

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ku li rexmî astengiya dewletê jî piştî du rojan xwe gihandina Roboskiyê, heyetek ya federasyonê hêjan li gunde.

Heyeta SGDF ya 7 kesî bi alîkariya ciwanên Roboskiyê pirtûk, malzemeyên kirtasiyê û cilên zivistanê yên ji çar aliyên welat anîne, malbatan ziyaret dikin û belav dikin.

Ciwanên sosyalîst serdana şînê ya malbatên zarokên xwe windakirine jî dikin û xebatên li rojava birêve dibin ji gelê Roboskiyê re vegotin.

Ciwana got, ew dê biharê li “Goristana Şehîdên Roboskiyê” “Muzeya Şermê” çêbikin.

Heyeta SGDF’ê îro malbatên gundê Bijuh ziyaret kirin.

Ciwanên sosyalîst li rexmî astengiyên dewletê jî bi rêwîtiya du rojan 28’ê Kanûnê xwe gihandin Roboskiyê, tevlî bîranînê bûn. Di dema demjimêra komkujiyê de bi malbat û ciwanên Roboskiyê re meşa meşaleyî pêkanîne.