Heyeta çavdêr: Doza KCK’ê monologek e

Heyeta çavdêr: Doza KCK’ê monologek e

Heteya PEN’ê ya ji Swêdê bo ku doza sereke ya KCK’ê bişopîne hatibû Amedê çavderiyên xwe parve kir: Doz wekî şanoyekê ye, monologek e!

Endamên PEN’ê ya Swêdê ji bo Doza KCK’ê ya Sereke hatibûn Amedê û der barê dozê de çavderiyên xwe li Cemiyeta rojnamegeran bi daxuyaniyek çapemeniyê parve kir.

Endamê PEN’ê Maria Modig axivî û diyar kir ku bi vî awayî tevlibûna dozê rewşeke xemgîn e û wiha got: “Em ji b ku Muharem Erbey ku endamê PEN a Tirkiyeyê bû serbest bê berdan dê nameyê bişinin Wezareta Dadê.” Modig xwest Erbey serbest bê berdan.

Piştî Modig endamê PEN’ê Firat Cewerî axivî û wiha got: “ Ez tirkî dizanim lê ji ber ku duh di doza KCK’ê de destûr nedan parastina bi kurdî ez kurdî diaxivim. Ez 32 sal berê ji berk u li Tirkiyeyê min nekarî kurdî biaxivim veqetiyam. Lê 32 sal derbas bû hêj kurdî nayê axaftin. Ev rewşeke gelek xemgîn e.”

Cewerî da zanîn ku tiştên di salên 90’î de pêk dihatin îro jî tên kirin û wiha got: “M edu roj berê Apê Musa bi bîr anî. Lê 20 sal derbas bû hêj rojnameger tên girtin. Ev jî rewşek xerabe. Kesên wekî Muharrem Erbey ev 3 salin girtîne. Di doza duh de jî me dît. Doz wekê şanoyekê bû, weke monologekî bû.”