Heyat BDP'ê ku di nav de Parlamenterên BDP'ê Esat Canan û Adil Kurt jî hene li Kampa Cerdevanan ya Şukeyê serdana sersaxiyê kirin.
Heyat BDP'ê ku di nav de Parlamenterên BDP'ê yên Colemêrgê Esat Canan û Adil Kurt jî hene li Kampa Cerdevanan ya Şukeyê ku 10 kîlometre dûrî Geverê ye serdana sersaxiyê kirin. Di heyetê de Parlamenter Esat Canan û Adil Kurt, Serokê BDP'a Geverê Rustem Demîr, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Wekîlê Şaredarê Bajêrgê Tacettin Sefali û gelek welatiyên din hatin kamp ziyaret kirin. BDP'yî li gel cerdevanan li mizgefta gund kom bûn û demjimêrekê bi welatiyan re sohbet kirin. Heyeta BDP'ê piştî bi welatiyan re sohbet kirin çûn li mala şîn lê hebûn sersaxî xwestin û vegeriyan.