Piştî operasyona li sêgoşeya navçeyên Lîce û Henê yên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê pevçûn qewimî û pevçûn berdewam dike. Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî ji bo biçe herêma pevçûnê ber bi Lîceyê ve derket rê.
Hate ragihandin ku, di operasyona serê sibê li sêgoşeya navçeyên Lîce û Henê yên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê destpê kir de pevçûn qewimî û pevçûn hêj berdewam dike. Welatiyên li gundên Lîceyê dimînin diyar kirin ku, ji ber pevçûnê bi gûmanin û agahî dan Rêxistina BDP'ê ya Amedê. Li ser vê yeê heyeta di nav de rêveberên BDP'ê yên Amedê jî hene ji bo biçin herêma pevçûnê ber bi Lîceyê ve derketin rê.
Li gorî agahiyan, helîkopterên Skorsky û Kobra jî herêmê bombebaran dikin û tîmên taybet li herêmê bi cih dikin. Li herêmê operasyon berdewam dike û hate hînbûn ku, ber bi herêma pevçûnê ve gelek ambûlans çûn.