Heyeta BDP'ê ya ji Amedê ji bo tevlî mitînga Çewlîkê bibin bi rê ket li nûqteya Kontrola Trafîkê ya Herêmê ya Amedê hatin rawestandin. Welatiyên ku ev helwesta polîsan şermezar kirin û demekê meşiyan, astengî rakirin û dîsa ber bi Çewlîkê bi rê ketin.
BDP'iyên li Amedê ji bo ku tevlî mitînga li Çewlîkê ya bi armanca şermezarkira êrîş li dijî avahiya Rêxistina BDP'ê ya Çewlîk pêk tê bibin derketin rê ji aliyê polîsan ve hatin rewastandin. BDP'iyên di nav de Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan û gelek welatî jî hene li nûqteya Kontrola Trafîkê ya Herêma Amedê hatin rawestandin. Ji wesayîtan yek bi hinceta "Ji bilî kesên li ser navê wî hatiye qeydkirin tê bikaranîn" 2 hezar TL. cezayê pere lê hate birîn, 2 wesayît jî ji aliyê polîsan ve 15 roj ji trafîkê hatin kirin.
Endamê Meclîsa KCD'ê Tan û gelek welatiyan riya bejayî ji trafîkê re girtin. Di navbera polîs û BDP'iyan de rageşî pêk hat. Piştre Tan û welatiyan ber bi Tesîsên Bêhndanê yên Alo TIR dest bi meşê kirin. Piştî çalakiyê welatiyên ku dest bi meşê kirin, bi maşîneyên ku ji Amedê hatin ber bi Çewlikê ve bi rê ketin.