Hewlêriyên ku dixwazin alîkariya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatiye berhevkirin bigihînin Rojava û ji bo Herêma Kurdistanê deriyê sînor vebike, dê sibê meşek li dar bixin. Meş dê bi dirûşimên “Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û vekirina sînor” be.
Li gel hemû nerazîbûnan, heta niha deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de nehatiye vekirin. Bi armanca balê bikişînin ser vê yekê û bi daxwaza vekirina deriyê sînor, dê sibê li Hewlêrê bi pêşengiya Komelay Gencanî Wilatparêz (Komeleya Ciwanên Welatparêz) meşek bê lidarxistin. Meş dê li gorî demjimêra herêmî di 15.00 de ji Rojakî dest pê bike û dê heta Bazara Nîştîman berdewam bike.
Ciwan Ebdulrehîm li ser navê komîteya amadekar daxuyaniyek da û diyar kir ku bi armanca gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê diyar bike, dê meş bê lidarxistin û banga tevlîbûnê li gel hate kirin.
Ebdulrehîm destnîşan kir ku ew dixwazin bi vê meşê zextê li hukûmetê bikin û di heman demê de piştgirya xwe ya ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê diyar bikin.