Hewldanên provokasyonê yên artêşa Tirk dewam dikin
HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li qada Heftanînê ketiye nava hewldanên nû yên provokasyonê.
HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li qada Heftanînê ketiye nava hewldanên nû yên provokasyonê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike û li qada Heftanînê ji bo provokasyonê derxîne û rê li ber şer veke, di nava hewldanan de ye.
Di daxuyaniya HPG'ê ya li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:
"Di 17'ê Gulanê saet di navbera 16:00 - 17:00 de li ser xeta sînor a herêma Xakurê, balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker tevgeriya ne. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde dibin.
Ji saet 22:30 ê 17'ê Gulanê heta saet 06:00 ê 18'ê Gulanê li ser qada Mamreşo, Adilbegê û Şukê yên herêma Avaşînê, di 17'ê Gulanê saet di navbera 07:00 - 23:00 de li herêma Metîna û xeta sînor, heman rojê saet di navbera 07:00 - 11:00 de li qadên Çiyayê Reş û Şehîdan ên Zapê, di 18'ê Gulanê saet di navbera 02:30 - 05:00 de li qada Verxelê, ji sibeha 16'ê Gulanê heta saet 09:00 ê roja 18'ê Gulanê li ser herêma Besta ya Şirnexê artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov, keşif kiriye.
Di 18'ê Gulanê saet di navbera 08:00 - 09:00 de ji Qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, qadên Şehîd Rahîme û Şehîd Bager ên herêma Avaşînê bi obus û hawanan hatine bombekirin. Hêzên me yên gerîla jî di cih de bi çekên giran bersiv dane van êrîşan.
Di 18'ê Gulanê saet di 02:00 - 06:00 de li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê pêgerên hewayî Yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine. Di dema vê tevgera keşfê de artêşa Tirk li qada Şehîd Kendal li girekî din jî bicih bû û bi qasî 500 metreyên din xwe nêzî herêmên me yên gerîla kir. Artêşa Tirk hewl dide li vir provokasyonan derxîne û hêzên me yên gerîla bikişînin nava şer."