Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk têkildarî qetilkirina siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ku li Parîsê hatin kuştin daxuyanî dan û diyar kirin ku ev komkujî li hemberî têkoşîna azadiya jina kurd pêk hatiye û komkujiyê şermezar kirin.
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tugluk, têkildarî qetilkirina siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîs Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li Parîsa paytexta Franseyê hatin qetilkirin daxuyaniyekî nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa li hemberî siyasetmedarên kurd ên jin di heman demê de komkujiya li hemberî têkoşîna azadiya jina kurd e û wiha hate gotin: "Bila hemû kes baş bizane ku gelê kurd di sedsala 21'emîn de bi van rêbazan dest ji daxwaza azadiyê bernade. Gelê kurd bi tevahî heta niha li ber xwe da û di lêgerîna azadiyê de ligel hemû zext û komkujiyan dest jê berneda. Bi van rêbazan kesên dixwazin siyasetmedarên kurd, rewşenbîr û nivîskaran bê deng bikin bila berê xwe bidin dîroka gelê kurd a ji berxwedanê tije. Di serî de Franse û hemû dewletên Ewropayê divê li hemberî vê yekê helwestê nîşan bidin û ji bo komkujiyê zelal bikin her tiştî bikin. Em li hemberî bîranînên 3 siyasetmedarên kurd ên jin bejna xwe ditewînin û bila serê gelê kurd sax be."
Hevserokên KCD'ê bang li hemû gelê kurd kir ku ji bo qatil bên dîtin û bûyer bê zelalkirin li her derê derbikevin qadan û xwedî li cenazeyan derbikevin.