Hevserokatiya Kantona Cizîrê rizgarkirina Çiyayê Kizwanan pîroz kir
Hevserokatiya Kantona Cizîrê serketinên pêngava ˮFermandar Rûbarˮ ku di encamê de hete niha Çiyayê Kizwanan hatiye rizgarkirin û hîn didome pîroz kirin.

Hevserokên Kantona Cizîrê Hediye Yûsif û Şêx Himêdî Deham El-Hadî der barê serketinên YPG’ê ku di pêngava ˮFermandar Rûbarˮ hatin bidestxistin û rizgarkirina Çiyayê Kizwanan pîroz kirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ ku 6’ê Gulanê bi armanca rizgarkirina bejahiya Kantona Cizîrê li hemû hêzên YPG, YPJ, Senadî, Sotoro, Zêrevanên Xabûr û hêzên Asayîşê pîroz kirin.
Yûsif, hemû cangoriyên azadiyê bibîr anî û wiha dom kir: ˮBi vê munasebetê ez hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînim û bejna xwe bi rêzdariyeke mezin li ber wan ditewînim. Di dawiyê de ez serketinan li hemû şervanên azadiyê, gelê Rojava û Sûriyê pîroz dikim. Ez bi hêvî me ku ev gaveke ber bi azadkirina hemû herêmê Sûriyeyê be.ˮ
Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Humêdî Deham El-hadî jî hemleya rizgarkirina Çiyayê Kizwanan pîroz kir û wiha got: ˮHemd ji Xwedê re em îro herêmek din ji çeteyan rizgar dikin. Em bi serketinên şervanan ser bilindin, rizgarkirina Çiyayê Ebdulezîzê destketiyeke din a kantona Cizîrê ye.ˮ
Di berdewama axaftina xwe Deham, da zanîn ku eşîreyên kantona Cizîrê xak û rûmeta xwe parastin û wiha dom kir: “Piraniya şêniyên herêma Ebdulezîzê ji pêkhateyên Ereb in. herêm bi alîkariya birayên me yên Kurd hate rizgarkirin. Beriya niha jî herêmên êlên Şemer û Cibûr jî hatin rizgarkirin. Niha jî herêma êla Begara hate rizgarkirin.ˮ