Hevserokatiya Kantona Cizîrê 1’Gulanê pîroz kir

Hevserokatiya Kantona Cizîrê 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir û ji hemû karkeran xwest ku ji bo avakirina civakeke demokratîk ku mafê hemû kesî biparêze, hêza xwe bikin yek.

Hevserokatiya Kantona Cizîrê 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir û ji hemû karkeran xwest ku ji bo avakirina civakeke demokratîk ku mafê hemû kesî biparêze, hêza xwe bikin yek.

Hevserokatiya Kantona Cizîrê bi munasebeta Roja 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Hevserokatiyê wiha ye:

“Di 1’ê Gulanê de karkerên cîhanê cejna xwe ku nîşaneya parastina karkeran û stendina mafên wan ji hêzên tarî ye, pîroz dikin. Karkeran di nava dîrokê de berxwedanên dirêj û kûr jiyane, di encama berxwedanê de gelek şehîdên wan di nava hemû tevgerên azadiyê de çêbûne. Ji hundirê vê çînê gelek şoreşên li dijî desthiladarên dij mirovahiyê derketin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî têkoşîneke demdirêj derket û êdî çîna karkeran bi pêşengiya Abdullah Ocalan û hevalên wî yên ku bi xwîna xwe riya azadiyê ronî kirin, dest bi rêveberina şoreşa gel kirin. Rêberên partiyê li her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkoşîn meşand û di encama têkoşînê de Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava derket holê. Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşeroja gelê Kurd û hemû pêkhateyên Rojava ronî kir û hemû pêkhate û çîn li dijî desthiladaran kirin yek. Çîna kar bû enerjiya vê şoreşê. Bi xwîna xwe li dijî hemû êrîşkaran û hêzên herêmî û navdewletî derketin.

Em weke Hevserokatiya Kantona Cizîrê bi vê munasebetê, vê rojê li hemû karkerên cîhanê pîroz dikin û em hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya yekîtiya di navbera hemû karkeran de. Her wiha bibe bendeke xurt li pêşiya hemû hewldanên hêzên tarî . Bibe roja avakirina civakeke demokratîk a li ser esasê hurmeta gelan û avakirina civakeke demokratîk a pir reng.ˮ