Hevseroka KCD Tûglûk diçe Hewlêrê

Hevseroka KCD Tûglûk diçe Hewlêrê

Hevseroka KCD’ê û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk ji bo biçe Başûrê Kurdistanê birê ket.

Hevseroka KCD’ê û Parlementera Wanê Aysel Tûglûk ji bo tevlî şandeya KCD’ê ya 13’ê Kanûnê bi armanca bi partiyên siyasî û saziyên civakî re pirsgirêkên li Rojhilata Navîn rû didin bi nirxînin hatibûn Başûrê Kurdistanê ji Amedê birê ket.

Şandeya ku di rojeva wê de pêşketinên Rojavayê Kurdistanê, girîngiya helwesta yeketiya netewî, rageşiya di navbera Hikumeta Başûr û ya Hikumeta Navendî ya Iraqê de heyî, roja 14’ê Kanûnê serdana Kampa Wargeha Penaberan ya Mexmûrê kir. Her wiha piştî serdana Mexmûr duh serdanên xwe bi Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û Komala Îslamî dabû destpêkirin.