Li gundê Girzîro yê girêdayî bajarê Girkê Legê, di encama pevçûna ku duh di navbera hêzên YPG’ê û hevkarên rejîmê de derket de, 8 hevkarên rejîmê birîndar bûn, leşkerekî rejîmê mir, 4 leşker teslîmî YPG’ê bûn, her wiha 7 hevkarên rejîmê jî dîl hatin girtin. Li aliyê din herêma Rimêlanê jî di dorpêça YPG’ê de ye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di pevçûna ku duh li gundê Girzîro qewîmî û heta êvarê dom kir de, ji hevkarên rejima Baas a Suriyê 8 kes birîndar bûn, leşkerekî rejîmê hate kuştin, 4 leşker teslîmî YPG’ê bûn, her wiha 7 hevkarên rejîmê jî dîl hatin girtin.
Çavkaniyên YPG’ê destnîşan kirin ku di encama pevçûnê de hevkarên rejîmê yên ku herêma Rimêlanê hatibûn, ji gund dûr ketine û vegeriyan e Rimêlan. Li aliyê din hate gotin ku hêzên YPG’ê herêma Rimêlanê ku nêzî 200 leşkerên Baastê tê de hene jî dorpêç kiriye.
Nêzî hefteyek beriya niha, gundiyên Girzîro û gundên derdora wê, acizahiya xwe ya ji ber hêzên rejîmê û hevkarên wê anîbû ziman û ji YPG’ê alîkarî xwestibû. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê li herêmê tedbîr girtin û ji van hêzan xwest ku ji gund derkevin. Lê hevkarên rejîmê li dijî derketin, lewre YPG’ê jî mudaxele kir û duh pevçûn derketibû.