Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya heftena de çîroka Mehmet Emîn Acar yê ku di sala 1993'an de hat windakirin vegot.
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê di bin baranê de li dar xistin.
Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê M. Nezîr Akengîn, rêveberên MEYA-DER'ê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de çîroka Mehmet Emîn Acar yê ku di sala 1993'an de hat windakirin ji aliyê hevjîna wî Halîme Oruç ve hat vegotin. Oruç diyar kir ku di sala 1993'yan de leşker, cerdevan û gele kesên sivîl li hemberî gundê Torê operasyon li dar xistin û wiha got:
"Serê sibê di demjimêr 04.00 û 05.00'an de leşker û cerdevanan bi ser gundê me de girt. Leşker û cerdevanên li gund lêgerîn pêk anîn hatin mala me û bêhincet hevjînê min girtin. Hevjînê min ji mal derxistin û çavên wî girêdan. Bi kasatureyan îşkence li hevjînê min kirin."
'AGIR BERDAN MALA ME'
Oruç da zanîn ku, ji ber çavê 4 zarokên wê îşkence li hevjînê wê kirin û wiha axivî: "Zarokên min gelek tirsiyan û dest bi qîran kirin. Leşkeran çavên zarokên min girêdan. Xwestin çavên min jî girêbidin. Min destûr neda. Leşkerên hevjînê min girtin em ji malê derxistin û agir berdan malê."
Oruç aşkera kir ku, piştî hevjînê wê birin şiketfekê jî îşkence lê kirin û bi îşkenceyê qetilkirin û pişt re çek danîn ser wî.
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.