Hêviya Iraqê hilbijartinên pêşwext e

Hêviya Iraqê hilbijartinên pêşwext e

Aloziya di navbera Serokwezîrê Iraqê yê Şiî Nûrî El Malikî, Kurd û Suniyan de her ku diçe dijwartir dibe. Li hemberî otorîterbûna Malikî xwepêşandan tên lidarxistin, û heta hinek derdora dibêjin ku dê “Bihara Iraqê” çêbibe. Ji niha ve ji bo çareseriya vê pirsgirêkê îşaret bi hilbijartineke giştî ya pêşwext tê kirin.

Li welêt ev zêdetirê salekê ye pirsgirêkên di navbera Erebên Şiî û Sûnî, û Kurdan de her ku diçin dijwartir dibin û çareserî nehatine dîtin. Alîkarê Serokkomarê Iraqê yê Sûnî Tariq El Haşim li rastî cezayê darvekirinê hat. Li aliyeke din aloziya para ji petrolê didin Kurdan berdewam dike. Herî dawî Malikî Hêza Operasyonê ya Dîcle ava kir û ber bi bakûr ango Başûrê Kurdistanê ve şand. Ev yek bû sedem ku aloziya li welêt kûrtir bibe.

HER KES YÊ DIN TAWANBAR DIKE

Derdorên nêzî Malikî derdorên li dijî polîtîkayên hukûmetê bi “makeqanûnê li gorî berjewendiyên xwe şîrove dikin û pêvajoyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin” tawanbar dikin.

Li gorî Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman tu partiyek amade nîn e ku bi partiyeke din re rûne û li ser çareseriyê gotûbêj bike. Osman dibêje: “Hema bêje her kes heman tiştê dikin ango hev du tawanbar dikin. Tirsa min ew e ku rewşeke xetertir jî were.”

Ji ber helwesta hukûmetê, li bajarên Suniyan û Başûrê Kurdistanê xwepêşandan tên lidarxistin. Di xwepêşandanan de tê xwestin ku Malikî îstîfa bike û dest ji girtinên siyasî berde. Her wiha daxwaz tê kirin ku yasaya “dijî terorê” ya ku li hemberî Suniyan tê bikaranîn were rakirin.

Xwepêşandanên protestoyî piştî ku 20’ê berfanbarê 9 pasevanên Wezîrê Aboriyê Rifa el Îsawî bi sucê “terorîzmê” hatin girtin, dest pê kiribûn. Beriya niha jî hatitû angaştin ku Tariq el Haşimî êrîşên bi xwîn ên li Iraqê organîze kiriye û ji ber wê jî bi cezayê îdamê hatibû cezakirin.

Ev rageşî û aloziya hêzê ya di navbera hêzên polîtîk ên li welêt de bandoreke nerênî li ser gelên welêt dike. Di xwepêşandanan de peyam hate dayin ku sala 2012 parlementoyê tu çareseriyek ji bo tu pirsgirêkên gel û aloziya li welêt peyda nekiriye.

HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT TÊN ROJEVÊ

Yek ji vebijarkên ji bo çareseriya krîza li Iraqê hilbijartinên giştî yên pêşwext tê destnîşankirin. Ji muxalefetên Sunî û Şiî bigire heta hin derdorên nêzî Serokwezîr Nûrî el Malikî jî îşaret bi hilbijartineke pêşwext dikin.

Lîsteya El Iraqiye ya ji serokwezîrên berê Iyad Elawî di rojên borî de daxuyaniyek dabû û xwestibû ku parlementoya niha were feshkirin û hilbijartineke nû pêk bê. Elawî ji Serokwezîr Malikî xwestibû ku îstîfa bike û heta hilbijartinê hukûmeteke demkî di bin çavdêriya NY’yê de were sazkirin.

"HILBIJARITN DIBE BIBE ÇARESERIYEK BAŞ"

Ji Zanîngeha Bexdayê profesorê zanîstên siyasî Îhsan el Şamarî ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê re axivî û diyar kir ku hilbijaritnên pêşwext çareseriya herî baş e. Bi ya Şamarî ger bûyerên li welêt bi vî awayî berdewam bike, parçebûna welêt dê zûtir pêk bê. Îhsan el Şamarî destnîşan kir ku dê ev rewş Iraqê ber bi rewşeke xeter ve bibe.