Hevdîtinên li Îmraliyê...- Amed Dîcle

Hevdîtinên li Îmraliyê...- Amed Dîcle

Hikûmeta AKP’ê ji 27’ê tîrmeha 2011'an heta niha hevdîtina bırêz Ocalan û parêzerên wî asteng kir. Tecrîda kirankirî li ser birêz Ocalan da meşandin. Armanc qutkirina wî ya ji pêvajoyê, ji gel û ji Tevgera Azadiyê bû. Konsepta tunekirinê dabûn pêşiya xwe û tecrîdkirina birêz Ocalan jî di navenda vê konseptê de bû.

Di rewşa niha de herî dawî parlamenterên kurd birêz Ahmet Turk û Ayla Akat bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Lê ev nayê wê maneyê ku AKP’ê dest ji vê polîtîkayê berda ye. Polîtîkaya tunekirin û teslîmgirtina kurdan beriya niha bi tecrîdê dihat meşandin niha jî dixwazin bi hevdîtinan bidin dewamkirin.

AKP’ê bi tecrîdkirina di nava 2 salên dawî de xwest ku hêza birêz Ocalan biçûk bike, qels bike. Gelo di rewşa niha de Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011'an bi hêztir e an na? Ev pirseke girîng e. Belê Ocalan niha li Rojhilata Navîn hêza xwe li gorî berê xurtir kiriye. Dewlet jî vê yekê dizane. Di vî warî de ev konsepta tecrîdkirinê têk çûye.

Ji ber vê sedemê dewlet niha dixwaze li gorî vê rastiyê polîtîkaya xwe ya teslîmgirtina kurdan bide meşandin.

Bendewariyên mezin bide afirandin û paşê bêje çareser nebû û dîsa dest bi êrîşan bike.

Niyet ne çareserî ye, niyet dîsa teslîmgirtin e lê neçar in, êdî hêza wan nemaye.

Di vê qonaxê de yên bi hêz kurd in. Ji ber ku stratejiya dewletê têk çûye neçarî hevdîtinan bûye. Heke kurd tekoşîna xwe xurtir bikin wê demê ev hevdîtin dikarin wergerin pêvajoya çareseriyê.

Mifte di destê kurdan de ye, ne di destê dewletê de. Ji ber van sedeman divê rehavet çênebe. Kesên ku li van hevdîtinan binêrin û bêjin vaye çareserî tê wê xwe bixapînin.

Di nava 2 salên dawî de, bi taybet jî di sala 2012'an de heke kurdan bi her awayî berxwedan xurt nekirina îro kesê nikaribû behsa birêz Ocalan jî bikira. Lê belê tekoşîna kurdan pêşî li dewletê digire.

Di vê pêvajoyê de jî rewş wisa ye. Heke armanca dewletê çareserî bûya jixwe destpêkê wê negotina bila PKK çekan deyne.

Ji ber ku sedemên tekoşîna çekdarî ya PKK’ê niha jî li holê ne. Ji ber vê niyeta wan divê em ne li benda çareseriya dewletê bin. Dewlet êdî ji taqetê ketiye û hêza kurdan a têkoşînê dikare bi xwe re çareseriyê bîne.

*Azadiya Welat