'Hevala Mizgîn şer û hunera xwe kir yek û têkoşiya'
Endamên Koma Amara yek ji gerîlayên destpêkê yên jin Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) bibîr anîn û destnîşan kirin ku Aydin dengê jinên Kurd e.
Endamên Koma Amara yek ji gerîlayên destpêkê yên jin Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) bibîr anîn û destnîşan kirin ku Aydin dengê jinên Kurd e.
Endamên Koma Amara yek ji gerîlayên destpêkê yên jin Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) a berî niha bi 23 salan di nava refên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da bibîr anîn û destnîşan kirin ku Aydin dengê jinên Kurd e. Endamên Koma Amara, rola Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) a di têkoşînê de ji ANF'ê re vegotin.
'BI DENGÊ XWE WÊ HER TIM ZINDÎ BE'
Arîn Cûdî diyar kir ku Aydin ne tenê di qada hunerê de pêşeng bû, ew şervaneke azadiyê bû ku bi kesayetî û sekna xwe ya di nava jiyanê de ji dema jiya heta niha bûye pêşeng. Cûdî anî ziman ku Aydin bi deng û stranên xwe re baweriyeke mezin daye gelê Kurd û got, "Ew bû dengê êş û kêfxweşiya bi salan a gelê Kurd. Em weke şopdarên wê hewl didin vê hunerê dewam bikin. Çi dibe bila bibe bersivdayîna ji wê re, wezîfeya me ya herî mezin e. Ew ne ji wan dengên bi demê re werin ji bîrkirin e, ew ji wan dengên bi demê re bêhtir zindî dibe ye. Weke Koma Amara gava em li hev kom bûn, di nîqaşên me de armanca me ya bingehîn xwegihandina pîvan û sekna Şehîd Mizgîn a di xebat û jiyanê de bû. Ya girîng xwedîderketina li vê keda mezin û dewamkirina wê ye. Em dikarin di stranên wê yên wê demê de gelek tiştan bibînin, ji ber ku wê roja me ya îro ronî kir."
'DENGÊ JINÊN KURD'
Viyan Kiçî da xuyakirin ku beriya Kmara Amara wan bi navê Koma Şehîd Mizgîn xebat meşandine û anî ziman ku Gûrbet Aydin bi kesayetiya xwe re ji xebatên wan ên hunerê re bûye mînakeke mezin. Viyan Kiçî got, "Hevala Mizgîn hem li Garzanê ji fermandarên pêşeng ên artêşbûyîna jinê bû,hem jî di şoreşa azadiyê ya Kurdistanê de yek ji rêhevalên jin ên destpêkê yê pêşengiya hunerê dikir bû. Hem bi nasnameya xwe ya hunermendiyê hem jî bi nasnameya fermandariyê bi lehengiyeke mezin têkoşiya. Ji bo min dengê Şehîd Mizgîn dengê jinên Kurd e, ji ber ku dengê dayikan qîrîna sedan salan e. Qîrîna wê qîrîna Meryem Xan, qîrîn Eyşe Şan e."
Kiçî ragihand ku meşandina hunermendî û şoreşgeriyê bi hev re gelekî zehmet e, herî zêde strana li ser rêhevalên jiyana xwe ji dest dane zor e û diyar kir ku Aydin li hemberî her zor û zehmetiyan têkoşîneke mezin meşandiye. Kiçî got, "Hevala Mizgîn her tim pîvanên şoreşgerî esas girtiye û di nava gel de gelekî hatiye hezkirin. Em weke Koma Amara ji xwe re sekna wê ya hunermendî û sekna wê ya şoreşgeriyê esas digirin. Û ji bo xwe bigihînin vê, em dizanin ku divê em bi hemû hêza xwe bixebitin."
Newal Elbak jî got, "Şehîd Mizgîn bandoreke mezin li civak û jinên Kurd kiriye" û destnîşan kir ku di demeke li nava civakê tabûyên dijwar hebûn de cihgirtina li nava şoreşê û di nava wê şoreşê de jî meşandina hunerê gelekî watedar û helwesteke wêrekî ye.
Elbak axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Şehîd Mizgîn bi kesayetiya xwe ya wêrek re di nava hunera Kurd û li gel jinên Kurd hebûna xwe nîşan daye. Îro bi hezaran jin li ser şopa wê ne. Eger em îro li vê derê li çiyayên Kurdistanê dikarin bi hunerê re mijûl bibin, ev yek bi saya têkoşîn û keda Heval Mizgîn e. Nabe ku ev rastî ji nedîtî ve were. Wê di heman demê de bi şerê xwe re huner, bi hunera xwe re şer bi hev re meşand. Yanî bi awayekî zelal nîşan da ku bi şer re hunerek çawa dikare were afirandin, bi hunerê re şerekî çawa dikare bê meşandin. Bi vê sekna xwe re gelek tabûyê di mejiyan de hilweşand. Kesayeteke şoreşger a tabû dişikand bû. Şehîd Mizgîn bû rehê sereke yê çanda Kurd ku li bend tinebûnê bû. Di roja îro de qirkirina çandî bi dijwarî dewam dike. Li hemberî vê Şehîd Mizgîn ji bo me bû nuqteyeke jêderketinê. Gelek mirov hene têkoşîna wê ya huner û şoreşê dimeşînin, wê dişopînin. Em ê jî xwedî li keda wê derkevin û bi têkoşîna wê re dilsoz bin."