'Heta Rêberê me azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin'
Dîmenên Firat Pirsûs ên 26'ê Tebaxa 2016'an li Cizîrê li dijî hêzên dewleta Tirk bi rengekî canbexşane çalakî pêk anî, di Gerîla TV de hatin weşandin.
Dîmenên Firat Pirsûs ên 26'ê Tebaxa 2016'an li Cizîrê li dijî hêzên dewleta Tirk bi rengekî canbexşane çalakî pêk anî, di Gerîla TV de hatin weşandin.
Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li hemberî dagirkeriya dewleta AKP'ê didomin. Yek ji van çalakiyan jî 26'ê Tebaxa 2016’an ji aliyê gerîla Firat Pirsûs (Mûstafa Aslan) ve li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi rengekî canbexşane hatibû kirin. Dîmenên Firat Pirsûs yên ku beriya çalakiyê hatin kişandin di Gerîla TV de hatin weşandin.
Çalakiya canbaxşane ya Firat Pirsûs li hemberî avahiyên emniyeta Cizîrê ya li ser rêya Şirnex-Cizîr hat lidarxistin. Gerîla Firat Pirsûs, li hember midûriyeta emniyetê, lojmanên emniyetê, avahiya MÎT’ê û nuqteyên polîsan çalakiyeke bi bandor pêk anî bû. Di encama çalakiyê de her du avahiyên hêzên çevîk bi temamî rûxiyan, depoya cebilxane teqiya û şewatê 4 saetan dewam kir. Di teqînê de 60 wesayîtên li hewşa qereqolê bûn, şewitîn. Avahiyên li hewşê jî bi temamî hilweşiyan. Her wiha 2 avahiyên hêzên çevîk ku 280 hêzên polîsan ên çevîk tê de bûn, rûxiyan. Di encama çalakiyê de 118 polîs mirin, 152 jî birîndar bûn. Çalakî bi bi dirûşma; 'Bê Serok Jiyan Nabe' hat lidarxistin û Qeymeqamê navçeyê jî birîndar bû.
JI BO TOLHILDANA ŞEHÎDÊN CIZÎRÊ
Gerîla Firat Pirsûs vê çalakiya canbexşane ji bo hilanîna tola şehîdên Cizîrê yên ku ji aliyê dewleta AKP'ê ve bi awayekî hovane hatibûn kuştin pêk tîne. Di axaftina xwe de Pirsûs wiha dibêje: "Dewleta Tirk li hemberê gelê me êrîşên derveyî mirovatiyê pêk anî. Li Cizîrê gelê me bi awayekî hovane hat qetilkirin. Ji bo tola wan li erdê nemîne ez ê vê çalakiyê pêk bînim. Bila herkes bizane gelê me bê xwedî nîne. Çi êrîşê bên kirin wê bê bersiv nemîne."
'BI ŞER BERSIV DAN DAXWAZA AŞTIYÊ'
Pirsûs balê dikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha daxive: "Rêber APO li her cihî û her mercî ji bo pêkhatina aştiyê hewl da û di her firsendê de ji bo şer bisekine rêyên demokratik afirand. Dewleta Tirk jî li hember vê hewldana Rêber APO her dem daxwazaa şer kir. Ev şerê îro dimeşe jî bi daxwazaa hikûmeta faşîst a AKP'ê ye. Ev demeke dirêj e dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêberê me dimeşîne. Em ji rêberê xwe agahî nagirin. Nêzikatiya herî biçûk a nerast li hember Serokatiya me ji be me sedema şer e. Ji ber wê jî wek HPG em hemû fedayiyên Rêber APO ne û heya serokatiya me azad bibe wê çalakiyên me dewam bikin."
'BERXWEDAN BI AZADIYÊ BI ENCAM DIBE'
Firat Pirsûs hemleya gerîla ya sala 2015'an jî nirxand û got; "Di herikîna dîrokê de gelê Kurd her tim bû hedefa êrîşên dewleta Tirk. Lê belê asta zanista gelê me nehiştiye ku êrîşên dijmin ên tinekirinê encam bigre. Di vê hemleyê de jî tiştê ku herî zêde dijmin tengav kir yekbûyina gel û gerîla bû. Gelê Kurd xwedî li rûmeta xwe derket û bi gerîla re berxwedaniyeke mezin da. Wekî ku di her şoreşê de berdelên giran buha tên dayîn gelê me jî berdel da. Li Rojava ev mînak bi awayekî ber biçav hate dîtin. Bajar xera bûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest da lê di encamê de gelê me yê Rojava pergala xwe ya demokratîk ava kir û dagirkerî ji axa xwe derxist. Bi taybetî berxwedana gelê me yê Cizîr, Sûr, Nisêbînê gelekî bi nirx bû û dijmin dît kû gelê Kurd dema xwe ya herî zêde nêzi azadiyê bûye de ye. Ji ber wê jî bi awayekî hovane êrîş li ser gelê me kir. Her çiqas gelê me berdelên giran dabin jî wê ev berxwedan bi azadiyeke rûmet encam bigire."
Firat Pirsûs herî dawî bang li ciwanên Kurd kir û got" Pêwîste di vê dema berxwedan hatiye asta heri jor de ciwanên Kurd di nav tevgera azadiyê de cih bigirin û dijmin ji Kurdistanê derxînin."