'Heta ku Hevşaredar bên berdan, em ê ji Meclîsê dernekevin'
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da xuyakirin, ku heta hevşaredarên wan bên berdan û dorpêçiya polîsan bê rakirin, ew ê ji îro ve meclîse neterikînin.
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da xuyakirin, ku heta hevşaredarên wan bên berdan û dorpêçiya polîsan bê rakirin, ew ê ji îro ve meclîse neterikînin.
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê der barê binçavkirna Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de daxuyaniyek da. Endamên meclîsê bi dowîza "dest nede vîna min" tevlî daxuyaniya li Salona Meclîsê ya Şaredariyê bûn.
Endama Meclîsa Şaredariyê Ayşe Serra Bûcak Kuçuk li ser navê endamên DBP'ê daxuyanî xwend. Kuçuk da zanîn ku dewlet ev saleke li dijî şaredariyên DBP'ê zext, ji peywirê girtin, astengkirina xizmetan û qeyûm tayînkirin dide meşandin û wiha got: "Tevî ku di lêpirsînên malî û yên din de ku dewlet ev saleke li şaredariyê dide meşandin tiştek bi dest ne xistiye bêhiqûqiya li hemberî şaredariyê didomînin."
Kuçuk bibîr xist ku di 25'ê Cotmehê de hevşaredarên wan hatine binçavkirin, 7 saetan li avahiya şaredariyê lêgerîn hatiye kirin û got, "Her wiha dorpêça polîsan jî berdewam dike. Hatina gelê me ya şaredariya hatiye astengkirin û bi awayekî fîlî dest danîne ser şaredariya me. Êrîşa li dijî şaredariya me darbeya sivîl bi xwe ye. Destahilatariyê dema zanî ku nikare bi hilbijartinan şaredariyên DBP'ê bidest bixe dixwaze bi darbeyê bidest bixe."
Kuçuk destnîşan kir, demek dirêje mufetîşên ku li şaredariyê lêkolîn dan meşandin, dema ji îdîaya "piştgirî dane rêxistinê" ya desthilatdariyê re ti bingehek ne dîtin bêyî ku hincetekê nîşan bidin ji şaredariyê veqetiyane û wiha axivî: "Di pêvajoyê bêhiqûqî de ku dewam dike, em weke Meclîsa Şaredariya Mezin, em ê bi gelê xwe re xwedî li şaredariya xwe derkevin û em ê li dijî zîhniyeta faşîst a desthilatdariyê meclîsê terk nekin. Ji îro û pê ve heta hevşaredarên me bên berdan û dorpêça polîsan rabe em ê meclîsê terk nekin û 24 saetan vekirî bihêlin. Em ê xwedî li şaredariya xwe derkevin û em ê daxwazên xwe yên demokratîk di asta herî bilind de biqîrîn."