'Heta komkujiya Roboskiyê ronî nebe Parîs dê di bin tarîtiyê de be'

'Heta komkujiya Roboskiyê ronî nebe Parîs dê di bin tarîtiyê de be'

Li ser komkujiya Roboskiyê re 55 hefte derbaz bûn lê ji ber ku hêj kujerên diyar nayên darizandin, lêgerîna edaletê yên malbatên Roboskiyê berdewam dikin.

Li ser navê malbatên Roboskiyê ku xizmên xwe winda kirine de Velî Encu axivî û wiha got: " Dê lêgerîna me yê edaletê heta ku kujer bê darizandin dê bidome û diyar kir ku, li ser qetilkirina Hrant Dînk de 6 sal derbas bû lê qetilkirina wî hêj nehatiye ronîkirin û heta qetilkirina Dînk neyê ronîkirin, komkujiya Roboskiyê nayê ronîkirin, dê kujerên komkujiya sê siyasetmedarê jin ên Kurd û şoreşger dê neyê ronîkirin."

Di bombebarana balefirên artêşa Tirk ya di 28'ê kanûna 2011'an de 19 jê zarok 34 welatiyên Kurd hatibûn qetilkirin. Piştî komkujiyê malbatên Roboskiyê û rêxistinên demokratîk, dem dem ji bo faîlên komkujiyê derkevin holê, "Nirxandina roja Pênçşemê" pêk tînin. Di hefteya 55'an de malbatan bi wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, heta goristanê meşek pêk anîn. Daxuyaniya ku gelek malbat beşdar bibûn de, parêzvanê aştiyê Îbrahîn Yahya jî beşdar bû.

Daxuyaniya li goristanê ji hêla birayê Serhat Encu yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Velî Encu hat xwandin. Encu aşkera kir ku, li ser komkujiyê re salek derbaz bû, lê heta niha ji pergala darêzê û ji komîsyona TBMM'ê tu deng derneketiye û ev tişt got: "Ji darêzê deng dernekeve jî, komîsyona meclisê dem dem gotinên ku kujeran işaret dike tîne ziman. Em wekî malbatên Roboskiyê dipirsin. Ji bo kujerên zarokên me bên dîtin, ev gotin çiqasî xwedî bandorin. Mekanîzmaya darêzê dê dereng pêş bikeve û divê mirov li ber çavan bigire ku dê li ser gelek tiştan re bibihorê, komîsyona ku ji hêla meclisê ve hatiye sazkirin, dem dem van daxuyaniyan dide, çima heta niha negihiştiye encamekî. Rapora ku di xebatên komisyonê de derketine holê, çima her dem paşve tên avêtin, divê bi komîsyonê re bên parvekirin."

AŞTÎ BI RONÎKIRINA KOMKUJIYÊ PÊKANE

Encu destnîşan kir ku, heta kujer dernekevin holê dê lêgerîna wane edaletê berdewam bike û wiha axivî: "Di dema komkujî pêk hat heta niha me çi jiyan kir û tişta me dît, hewldaneke hikûmetê ya ku vê komkujiyê derxe holê me nedît. Her dem têkoşîan meya ji bo kujer derkevin holê hat astengkirin. Ji qaymeqamê dewletê bigire heta leşkerên wan, bi dehan caran bef û tehdîtan xwestin têkoşîna me bidin rawestandin. Em wekî malbatên Robeskê careke din bang li dewletê dikin. Bi rastî jî heke hûn aştiya civakî dixwazin, dema xwe bi gefxarina malbatên Robeskê derbas nekin, demek beriya demekî kiryarên vê komkujiyê û kiryarên bi dehan komkujiyên din derxin holê."

Encu wekî malbatên Roboskiyê gotinê xwe wiha bi dawî kir: "Ev 6 sale ku Hrant Dînk hatiye qetilkirin, heke kujerê Dînk derneketibe holê, dê berprisiyarê vê komkujiyê jî dernekevin holê. Heke berpirsiyarê komkujiya Roboskiyê dernekevin holê û bûyer neyê zelalkirin, dê kujerê 3 jinên siyasetmedar ên li Parîsê jî dernekevin holê."