Balafirên artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de bomebaran kirin. Di bombaranên de careke din gund û herêmên sivîlan bûn hedef.
Navenda Çepmenî-Ragihandina HPG’ê derbarê bombebaranê de daxuyaniyek da û da zanîn ku herêmên Qendîl, Zagrso, Garê û Zapê hatine bombebarankirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat ev agahî dahtin dayin: “Di 14’ê Çile de di navbera saet 23.00-24.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundên Zergelê û Enzê yê bi ser herêma Qendilê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 14’ê Çile de di navbera saet 16.30-17.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Geliyê Avaşîn - Basya yê bi ser herêma Zagrosê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got: “Di 14’ê Çile de di navbera saet 16.30-17.00 li dijî gundên Şeranê û Zêwê yê bi ser herêma Garê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di 14’ê Çile de di navbera saet 16.00-17.30 û 23.00-24.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Sîda û derdora wê yê bi ser herêma Zapê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”