Li herêma Besta ya Şirnexê bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyona bejayî û hewayî hate destpêkirin û herêmê ji aliyê helîkopterên kobra ve tên bombebarankirin.
Hatibû îdîakirin ku 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a Şirnexê, Fermandariya Alaya Tevgera Taybet a Çakir Sogut û Fermandariya Alaya Şenobayê amadekariyên operasyonekî hewayî û bejayî kiribûn.
Piştî îdîayan li herêmê serê sibê operasyonekî berfireh hate destpêkirin. Ji 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a Şirnexê, Fermandariya Alaya Tevgera Taybet a Çakir Sogut helîkopterên kobra rabûn û herêmê bombebaran kirin.
Hate zanîn ku li herêmê bombebarankirin berdewam dike û dengê çekan tê. Helîkopterên Skorsky yekîneyên tîmên taybet li herêmê bi cih dikin û sewqkirina leşkeran jî berdewam dike.
Hate ragihandin ku ji bo cerdevan tevlî operasyonê bibin zextan pêk tînin. Hate angaştin ku cerdevan li hemberî vê yekê derdikevin û naxwazin tevlî operasyonê bibin.
Duh ji navçeya Elkê ya Şirnexê bi kamyonan ji Fermandariya Alaya Taktîk melzemeyên leşkerî veguhestibûn 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan a Şirnexê.