Her sê qeyûmên li Erxeniyê îstifa kirin

Ji 3 qeyûmên ku li şûna endamên Meclîsa Şaredariya Erxeniyê wekî qeyûm hatibûn tayînkirin yê dawî jî îstifa kir.

Li Şaredariya Erxeniyê li şûna endamên meclîsa şaredariyê 3 qeyûm hatibûn tayînkirin. Piştî ku 2 qeyûman îstîfa kirin, yê 3. jî îstifa kir. Mûstafa Yalçin ê ku li şûna endama meclîsa şaredariyê Sabiha Alçîçek a DBP'ê hatibû tayînkirin daxwaznameya xwe ya îstifayê pêşkêş kir. 

Duh jî Ramazan Hekûmoglû û Alî Îpek ên ku li şûna Hevşaredar Aygun Taşkin û endamê meclîsa şaredariyê Hasîp Demîrtekîh hatibûn tayînkirin daxwazanmeya xwe ya îstîfayê pêşkêsî Serokatiya Meclîsa Şaredariyê ya Erxeniyê kiribûn.

Bi îstîfaya qeyûmê sêyemîn re li şaredariyê qeyûm neman.