Her sê jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, piştî ji Parîsê ji aliyê dehhezaran ve hatin birêkirin, li Amedê ji aliyê sedhezaran ve hatin pêşwazîkirin, gihişt warê xwe. Her sê jinên Kurd ji aliyê sedhezaran ve hatin pêşwazîkirin.
Roja 9’ê çileya 2013, sê jinên Kurd ên siyasetmedar ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan (Ronahî), îor ji aliyê sedhezaran ve ber bi rêwîtiya bêdawî ve hatin birêkirin. Cansiz li Dêrsimê, Dogan li Elbîstanan Mereşê, Şaylemez jî li Mêrsînê spartin axê. Bi sedhezaran kes tevlî merasima cenazeyên her sê şitilên azadiyê bûn. Di mitîngan de peyamên aşitiyê û piştevaniyê hate dayin û soz dan her sê jinan ku dê têkoşîna azadiyê xurtir bikin.