Şaxa ÎHD'ê ya Êlih û Amedê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu ya Amedê û Kolana Gulîstanê ya Êlihê çalakî pêk anîn. Çalakiya ÎHD'ê di hefteya 202'an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de salvegera komkujiya Mereşê û Vegera Jiyanê ya 19'ê kanûna 2000'an pirsîn.
Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan di hefteya 202'n de çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kir. ÎHD'ê û xizmên windayan vê hefteyê komkujiya Gurgumê û komkujiya "Vegera Jiyanê" ya 19'ê Kanûna 2000'an pirsîn. Di çalakiyê de dîsa pankarta mezin ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û wêneyên kesên di salên 1990'an hatin revandin û windakirin vekirin. Serokê Akademiya Mafê Mirovan Husnu Ondul û rêveberêm ÎHD'ê yên Aedê û xizmên windayan di çalakiyê de amade bûn.
Di çalakiyê de Endama Komîswana Windayan ya Şaxa ÎHD'ê Necibe Guneş Perînçek, li ser çalakiya ku di 31'ê Çileyê 2009'an de dane destpêkirin axivî. Perînçek bal kişand ser berdana endamê JÎTEM'ê û Sercerdevan Kamil Atak û wiha got: "Berdana Atak ne ji xêrê re ye. Em dê heta encamê bistînin çalakiyên xwe berdewam bikin. Em çalakiya xwe diyarî kesên di komkujiya Gurgumê û Vegera Jiyanê de jiyana xwe ji dest dane dikin.
Serokê Akademiya Mafê Mirovan Husnu Ondul bal kişand ser berpirsiyariyên DMME'ê û wiha got: "DMME'ê di komkujiya Gurgumê de berpirsiyariya xwe bi cih neanî. Em vê rewşê qebûl nakin. Kesên ji vê yekê hêzê digirin komkujiyê berdewam dikin:"
‘GER KU GURGUM BIHATA RONÎKIRIN SÊWAS Û ROBOSKÎ PÊK NEDIHAT’
Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) Cafer Koluman jî anî ziman ku, ji ber hesab nayê pirsîn komkujî berdewam dikin û wiha got: "Ger ku hesab ji Gurgumê bihata pirsîn dê komkujiyên Sêwas û Roboskiyê pêk nehatiban. Di komkujiya Gurgumê de berpirsiyariya MÎT û MHP'ê jî heye.
LI ÊLIHÊ ÇÎROKA ÎSA GOK HATE VEGOTIN
Li Êlihê vê hefteyê jî Rêveberên ÎHD'ê û xizmên wendayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li dar xist. Çalekî li Kolana Gulîstanê pêk hat. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hate vekirin û malbat û xizmên wendahiyan wêneyê kesên wenda hildan.
Di çalekiyê de malbat û xizmên wendayan, rêveber û endamê ÎHD, BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, rêveberiya dildar a BDP’ê, Înîsiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê û gelek kes amade bûn û di bin barîna zêde ya baranê de çalakî pêk hat. Li ser navê çaleavana rêveberê ÎHD’ê Ýlyas Ekîncî daxuyanî xwend. Ekîncî diyar kir ku, di salên 1990’an de li heremê wehşetek hate jiyan kirin û di vê wehşetê de bi hezaran mirov bi awayekî faîlî ne diyar hatin qetilkirin.
Êkîncî da zanîn ku, bi hezaran mirov hatine wendakirin wiha got: “Gelek kesên ku hatin windakirin aqûbeta wan ne diyare. Di nava 20-30 salan de windahiyên mirovan hene. Her roj şînê girê didin. Ger ku cesedê miriyê xwe bibînin, herî kêm dê ew êşa wan hinek dakeve. Dewlet di dîtina van de bi berpirsyare. Pêwîste pêkanînê li dijî hiquqê derbêxin holê.”
Di daxuyaniyê de çîroka Îsa Gok yê ku di sala 1994’an de hatibû wendakirin, hate xwendin. Hevjîna Gok, Ferîcan Gok, wiha dibêjê: “Hevjînê min Îsa Gok di sala 1948’an de hatiye cîhanê. Ew esnaf bû girêdayî mal û malbata xwe bû. Ji malê diçû kar û ji kar dihat malê. Piştî ku hevjînê min di Hezîrana sala 1994’an de serê sibê çû kar êdî ne zivîrî û ne hat mal. Piştî wê her hefteyê em lê geriyan. Ev bi salana ku hevjînê min ne xuya ye. Her cara derê me lê dikeve, ez û zarokê xwe bi hêviya ku em dibêjin belkî hevjînê min be diçin ber derî…”
Piştî daxuyaniyê çalakvan 5 deqîqeyan çal,akiya rûniştinê li dar xistin û belav bûn.