Hemû girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê dikin

Hemû girtiyên PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê dikin

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku 380 girtiyên di 39 girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirine. Kaya diyar kir ku dê ji 15’ê Cotmehê û şûnde hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger. Kaya diyar kir ku tu hêz nikare wana ji greva birçîbûnê bike û got; “Ji bilî Rêbertî û tevgera me guhdarî tu kesî nakin û dengê wan nabihîsin.”

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î yên ji 12'yê îlonê ve bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên û zextên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin Denîz Kaya daxuyaniyekî nivîskî da û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li şûna daxwazên girtiyan qebûl bike êrîşê li girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin dike û di hûcreyên yek kesî de digirin. Kaya, bi bîr xist ku çalakiya gireva birçîbûnê ketiye roja 32'yemîn û girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûn kirin di hucreyan de rastî îşkenceyan tên.

'JI BÎLÎ SEROKATIYA ME Û TEVGERA ME EM TU DENGÊN DIN NABIHÎZIN'

Kaya di daxuyaniyê xwe de wiha got: "Me, bi avêtina hucreyan, îşkenceyê û gefên cezayan paş ve gav navêjin. Kesên li benda vê yekê bin xwe dixapînin. Kesên li benda me ne ku em berxwedana xwe bi dawî bikin dibin tevgera me û me nas nakin. Tu êrîş û zext pavê bi me paşve nadin avêtin û em bi tu awayî dest ji daxwazên xwe bernadin. Bedel dayîn be em dê bedel bidin. Îşkece be bila îşkence bê kirin, zext be bila zext be, hucre be bila hucre em hi her tiştî re amade ne. Ya ji destê we bê li pey xwe nehêlin. Di pêvajoya Serokatiya me di bin tecrîdê de tê ragirtin, ewlehiya canê wî tune be, her roj gelê me rastî êrîşên nîjadperest ên polîs-leşkeran tên, îşkenceyên li dijî gelê me pêk tên, ji bilî bedenên me tu tiştên din tunene. Kesên ligel van yekan li bendê bin em paşve gav bavêjin divê bizanin di nava xeyalekê de ne. Em bi awayekî zelal dibêjin. Tu hêz û vîn me ji çalakiya azadiyê paşve gav nade avêtin. Tu kes bila bi vê armancê neyê cem me. Ji bîlî Serokatiya me û Tevgera me em tu dengên din nabihîzin. Bila Erdogan û çeteya wî baş bizane ku û careke din bibihîze teqeze em dest ji daxwazên xwe bernadin. Em dê berxwedana azadiyê ya Serokatiya me daye destpêkirin heta dawiyê bidomînin. Em ji bo azadî, Serokatî û gelê xwe amadene ku bedelan bidin."

'JI 15'Ê COTMEHÊ ŞUNDA HEMÛ GIRTÎ DÊ DEST BI ÇALAKIYA GIREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN'

Kaya, destnîşan kir ku ji 15'ê cotmehê şunda hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dê tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger bibin û wiha daxuyand: "Ji dermankirina bi zorê re na. Bila hekîm ji sonda hîpokratê re girêdayî bimînin. Em dermankirina bizorê, birina nexweşxaneyê, derman û serum hwd. qebûl nakin. Em dê li hemberî vê yekê derbikevin û em vê yekê ji hemû raya giştî re radigihînin. Hemû girtîgeh tevlî çalakiya gireva birçîbûnê dibin. Çalakiya me di 12'yê îlonê de bi armanca tenduristî, azadî û ewlehiya Serokatiya xwe û hemû zextên li ser zimanê me bê rakirin daye destpêkirin di roja 32'yemîn de ye. Heya niha li 39 girtîgehan 380 hevalên me çalakî berdewam dikirin lê ji 15'ê cotmehê şunda hemû girtigehên Tirkiye û Kurdistanê tê hevalên me tevlî çalakiyê bidin."

Kaya wiha bang kir: "Em bang li hemû gelê xwe, derdorên demokrat û şoreşger dikin, hemû gel, dost û malbatên me divê li dora daxwazên me bên cem hev û çalakiyan li dar bixin û serhildanan li dar bixin dikin. Divê hemû kes li ber girtîgehan platformên azadiyê ava bikin û nobetê bigirin. Em bang li hemû partiyên bihistiyar, wekîl, saziyên sivî, baro, rêxistinên mafên mirovan dikin. Qêrîna me bibihîzin. Gelê Kurdistanê di bin gefa qirkirinê de ye. Hevalên me yên di girtîgehan de li ber sînorê mirinê ne. Serokê me di bin îşkenceyeke hovane de ye. Kurdistan rojên Vîetnamê diqewimin. Em wezaret û yekîneyên îşkenceyê yên li girtîgehan û gardiyanan hişyar dikin. Dest ji îşkenceyên li hevalên me dikin berdin. Pêkanînên herî biçûk ên bibe sedema şahedeta hevalên me di serî de kesên biryara îşkenceyê dayîn, pêkanîn û hemû kesên din tu ewlehiya canê wan tune be."