Hate ragihandin ku, helîkopterên rejîma Bees ya Sûrî herêma gundê Girzîro yê girêdayî bajarê Girkê Legê ku ev 10 roje di bin dorpêçkirina hêzên YPG’ê de ye û derbora Girkê Legê bombebaran dikin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê girtine, di demjimêrên nîvro de helîkopterên rejîmê herêma Girzîro bombebaran kirin. Hate ragihandin ku, piştî vê bombebaranê jî, li demjimêr derdora 13.30’an helîkopteran gundê Girzîro û derdora Girkê Legê bombebaran kiriye. Di derbarê encamên bombebarana ku hîn didome de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li gundê Girzîro yê girêdayî bajarê Girkê Legê, hêzên YPG’ê li ser daxwaza gelê herêmê, 10 roj beriya niha tabûra leşkerî ya rejîma Beesê ya li gundê Girzîro dorpêç kir û xwest ku leşkerên rejîmê herêmê terk bikin. Lê ev bang ji aliyê leşkeran bi gulebarandinê hate bersivandin. Li ser vê yekê pevçûn derketin. Di dorpêçkirina ku ev pevçûn dem bi dem didomin de, heta niha 134 leşkerên rejîmê bi çekên xwe ve teslîmî hêzên YPG’ê bûn. Her wiha yek jê fermandar 4 leşker di van pevçûnan de hatibûn kuştin.