Helîkopterên rejîmê gundên Serêkaniyê bombebaran kir

Helîkopterên rejîmê gundên Serêkaniyê bombebaran kir

Hate ragihandin ku helîkopterên girêdayî rejîma Suriyê gundê Sefih ê li ser riya Tiltemir ku 15 kilometre dûrî Serêkaniyê ye û gundê Girê Mîr ku 25 kîlometre dikeve Rojhilatê bajêr bombaberan kirin. Kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, helîkopterên rejîmê saet derdora 12.00’an gundê Sefîh ku piranî welatiyên Çeçen û Ereb lê dijîn bombebaran kirin. Hate diyarkirin di bombebaranê de kuştî û birîndar çêbûne. Li aliyê din hate diyarkirin ku komên çete dîsa xwestine bikevin gund û depoyên genim vala bikin.

Hate ragihandin ku helîkopteran di heman saetan de gundê Girê Mîr ê ku 25 kîlometre dikeve Rojhilatê bajêr û piranî kurd û ereb lê dijîn jî bombaberan kiriye. Hate hînbûn ku di vê bombebaranê de jî kuştî û birîndar çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.