Di pevçûna li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê berdewam dike de, helîkopterên kobra malên gundiyan gulebaran kirin û di gulebaranê de 2 jinên bi navê Kezîba Çetînkaya û Ezîza Çetîn birîndar bûn.
Li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ji duh ve heta niha pevçûn berdewam dikin. Helîkopterên kobra yên Geliyê Tiyarê bombebaran dikin malên gundiyan jî gulebaran kirin û di encama gulebaranê de 2 jinên bi navê Kezîba Çetînkaya û Ezîza Çetîn birîndar bûn. Jina bi navê Kezîba Çetînkaya li Ocaxa tenduristiyê ya Çelê tê dermankirin û jina bi navê Ezîza Çetîn ya bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.