Beriya yekemîn salvegera komkujiya Roboskiyê hêjmarek zêde polîs bi dehan wesayîtên zirxî ber bi Şirnexê ve anîn.
Li beriya yekemîn salvgera komkujiya Roboskiyê ku balefirên şer yên artêşa Tirk gundiyên Kurd bombebaran kirin û piranî zarok 34 kurdên sivîl qetilkirin, hêjmarek zêde polîs veguhestin Şirnexê. Ji bilî polîsên li hemû navçeyên Şirnexê, ji bajar û navçeyên derdor jî polîs veguhestin Şirnexê. Beriya merasima bîranînê ya li Roboskiyê polîs bi TOMA, wesayîtê zirxî akrep, wesayîtên sivîl yên polîsan û otobusan ji Amed, Êlih, Mêrdîn û gelek bajar û navçeyan bikarwanî ji navçeya Nisêbînê ber bi navçeya Cizîr ya Şirnexê birêketin.